Tenê çend roj ji bo salvegera Komkujiya Roboskiyê man. Serokê Komîsyona Qilaban a girêdayî Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê Îhsan Şenerê AKP’yî dabû diyarkirin ku komîsyon dê di navbera 6-13’ê berfanbarê de li hev bicivin. Parlementerê CHP’ê Levet Gok diyar kir ku ew hinceta komnebûna komîsyonê ya hatiye destnîşankirin bes nabînin, Parlementerê BDP’ê Ertugrul Kurkçu jî got: “Serokê Komîsyonê dê ew rapor bîne û denye holê, nikare ji vê yekê bireve.”
Roja 28’ê berfanbara 2011’ê balefirên şer ên artêşa Tirk 19 jê zarok bi giştî 34 Kurdên sivîl li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê qetil kir. Her çendî salek bi ser komkujiyê re derbas bû, lê heta niha berpirs nehatine darizandin û ne jî hatine aşkerekirin. Komîsyona Qilaban a girêdayî Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê, her çendî salek derbas bû lê hîna jî nekariye nivîsandina raporê amade bike. Serokê Komîsyona Qilabanê Parlementerê AKP’ê yê Ordûyê Îhsan Şener dabû diyarkirin ku ew ê 6-13’ê berfanbarê ji bo raporê bicivin.
GELO AXAFTINÊN ERDOGAN BANDOR KIR?
Komîsyonê di civîna xwe ya dawiyê de dabû diyarkirin ku ew ê piştî qedandina nivîsandinê, raporê aşkere bikin. Serokê Komîsyonê yê AKP’yî ku her roj civînên çapemeniyê li dar dixist, lê gava salvegera komkujiyê nêzîk bû winda bû. Li aliyeke din Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ku ji ber komkujiya Roboskiyê malavahiya Serfermandarê Artêşa Tirk kir, di civîna parlementerên xwe yên Kurd de gotibû: “Navê wê derê Qilaban e. Îcar Roboskî çi ye? Diviyabû ji bo kesên li wir 20 hezar lîre bihata razandin, lê me 100 hezar lîre razand. Berê qaçaxçîtî heye, em dihatin rexnekirin çima em mudaxele nekin”. Tê diyarkirinku ev axaftinên Erdogan bandorê li serokê komîsyonê kiriye û komnebûna komîsyonê jî ev şîrove bi hêztir dike.
GOKÊ CHP’YÎ NERAZÎBÛN NÎŞANÎ SEROKÊ KOMÎSYONÊ DA
Her çendî Serokê Komîsyonê Şener dabû diyarkirin ku dê komîsyon bicive, lê civîn pêk nehat. Endamê Komîsyona Qilaban Parlemeterê CHP’ê Levet Gok got: “Ev civîn pêk nehat. Ev hinceta hatiye nîşandan ji aliyê me ve nehatiye bawerkirin. Ev agahî hatiye dayin. Ev yek nîşan dide ku ev rewş li hemberî aşkerenekirina Komkujiya Qilabanê vîneke siyasî ye” û banga civîna komîsyonê kir.
KURKÇU: EDLIYE KARÊ XWE NAKE
Endamê Komîsyonê Parlementerê BDP’ê Ertugrul Kurkçu jî bi bîr xist ku hema bêje salek bi ser komkujiyê re derbas bû û da zanîn ku ger tiştek neyê kirin, ev xebat hemû dê vala biçin. Kurkçu ragihand ku kesên roja komkujiyê li holê bûn, niha wenda bûne û got: “Edliye peywira xwe nake, hukûmet edliyeyê nade xebitandin. Serfermadarî belgeyan vedişêre.” Kurkçu ku bal kişand ser komnebûna komîsyonê diyar kir ku divê komîsyon teqez bicive.
‘RAPOREK BI AWAYÊ ME NEZANÎ KIRYARÊ KOMKUJIYÊ KÎ YE DÊ BÊ WEŞANDIN’
Kurkçu bi bîr xist ku ev civîne ne civîneke rûtîne û bi bîr xist ku serokê komîsyonê bang kiribû. Kurkçu wiha got: “Gava me dixwazin civînê taloq dikin. Lê ya rast gava em dicivin, tu tiştek dernakeve holê. Her tim vedigerin û dibêjin. Serok bi pisporan dide nviîsandin. Dê wê raporê bîne û deyne holê, ew nikare ji vê yek bireve. Serokê komîsyonê dîrokê taloq dike. Di van mijaran de divê berpirsyartiyên serok jî hebin. Ger em sibê bicivin, rapor dê bê aşkerekirin. Xwezî bêjin ne Roboskî, bêjin Qilaban, lê bila bêjin kesên fermana komkujiyê dane aşkere bikin. Serokwezîr dixwaze bi navan bi mirovan bide jibîrkirin. Weke gundiyên Roboskî gotine ew nikare biryara vê yekê bide. Di dawiyê de dê rapor biqede û di raporê de dê bêjin ne nezanî berpirs kî ne.”