Pirsa polîsan ji bo 'bombevanê' çapemeniyê pirsî!

Pirsa polîsan ji bo 'bombevanê' çapemeniyê pirsî!

Rûniştina doza Umît Akgumuş ê ku ji ber teqîna 20’ê îlona 2011 li Kolana Komrular a Enqereyê pêk hat û di encamê de 5 kes hatin kuştin û çapemeniya Tirk ew weke “bombevan” bi nav kir, sibê dest pê dike. Akgumuş beriya dozê nameyek şand û diyar kir ku dixwazin vê bûyerê biavêjin stûyê wî û got: “Polîsan di binçavan de ji min pirsa ‘Te pozê xwe jî estetîk kiriye?’ pirsîn. Ji ber ku pozê kesê çalakî pêk anî û ya min naşibin hev.”

Roja 20’ê îlona 2011 li Kolana Komrûlar a Enqereyê teqînek pêk hat û di encamê de 5 kes mirin. Piştî teqînê bi hinceta “bombevan e” Umît Akgumuş li Edeneyê hate binçavkirin. Rûniştina doza Akgumuş sibê dest pêdike. Akgumuş beriya dozê nameyek şand û diyar kir ku ew 7’ê adarê hatiye binçavkirin û da zanîn ku di binçavan de bi zorê belge bi wî dane îmzekirin. Akgumuş got. “Ez weke kiryarê bûyerê hatim nîşandan. Çapemenî û Cemeetê bê westan û bê şer min wekî “bombevan” nîşan dan.”

DOZ LI HEMÛ MALBATÊ HATE VEKIRIN

Akgumuş ragihand ku ne tenê li wî, ji mamê wî bigire heta xwîşka, doz li hemû malbata wî hatye vekirin û diyar kir ku tenê delîlek heye ew jî ew e ku polîsan wêneyek şîlo birine malê û bi malbatê dane îmzekirin. Akgumuş aşkere kir vê bûyerê biavêjin stûyê wî û got: “Polîsan di binçavan de ji min pirsa ‘Te pozê xwe jî estetîk kiriye?’ pirsîn. Ji ber ku pozê kesê çalakî pêk anî û ya min naşibin hev.”

Akgumuş diyar ki ku dema di girtîgehê de bû dozgeriya Komarê ya Edeneyê ji ber wesayîtên ku li Edeneyê hatibû şewitandin doz vekiriye û ragihand ku sedema vê jî ew e ku der barê çalakiya bombeyî de tu agahî nehatiye dîtin û wiha got: “Bifikirin hiqûqê çiqas îflas kiriye ku dema ez di girtîgehê de me ez fermana şewitandina wesayîtan didim! Berpirsê 5 kesên ku jiyana xwe ji dest dane ne ez im. Ji ber ku roja 15’ê îlonê saet di 13.57’an de kesê çalakiyê pêk tîne bi wesayîtê di alî Aksara-Enqeredê de diçe û ez jî di vê saetê de li6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edeneyê li rûniştina doza hevalên xwe bûm. Piştî vê jî min bi karta kredî ji Adana Çakmak Plaza pirtûk kirî. Dîmen û belgeyên hemûyan hene.”

Akgumuş destnîşan kir ku îdianameyê de bi zanebûn ku şopên tiliyan û îmzeyên di wesayîta hatiye kirêkirin de hatiye bikaranîn, nehatiye bicihkirin û wiha got: “Raporê îstasyona bazê ya der barê 15-20’ê îlonê de jî di raporê de cih nagire. Sedema ne bicihkirina van jî eve ku bûyerê bikin ser min. Bifikirin di îdianameyê de çekekê diavêjin stûyê min. Lê raporên krîmînal û balîstîk nakin îdianameyê. Wesayîta di navbera 17-18-19’ê îlonê de di çalakiyê de hatiye bikaranîn tu dîmenê wê di îdiameyê de cih nagire. Wesayît dibe hêlm û ji holê radibe.

5 CARAN MUEBETA GIRAN Û 830 SAL CEZA

Umît Akgumuş bi hinceta ku çalakiya li Kolana Kumrula pêk aniye der barê wî de îdinameya hatibû amadekirin ji aliyê 13’emîn Dadgeha Cezaya giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin. Umît Akgumuşê ku tê îdidakirin ku çalakiya bombeyî pêk anîye, li ser îfadeyê ‘şahidê veşarî’ û ‘belgeyên rêxistinî’ yên di dosyaya îdianameyê de cih digirin, 5 caran muebeta giran û 830 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin. Di îdianameyê de Ramazan Pamukçi, Fethullah Yîgît, Îhsan Akgul, Ertan Yurek, Hayrettîn Sîncan, Yakup Pamukçî, Ersîn Batbay, Ahmet Korban û Mursel Pamukçi jî di heman dosyayê de tên darizandin. Dozger der barê Yakup Pamukçi, Mursel Pamukçi, Hayrettîn Sîncan, Ersîn Batbay û Ahmet Korban ku navê wan di dosyayê de derbas dibe de ji endamtiya rêixistînî ceza xwest. Rûniştina dozê sibê pêk tê.”

FERMANA ÇALAKIYÊ DAYE!

Li aliyê din serdozgeriya komarê ya Edeneyê, di îdianameya der barê şewitandina 3 wesayîtên taxa Akkapi ya Edeneyê ya 24’ê adarê de jî îmze avêt skandalekî û îdia kirin ku berpirsên çalakiya şewitandina wesayîtan Umît Akgumuşê ku niha di girtîgehê de ye. Piştî şewitandina wesayîtan di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de Ferhat Şendurê hat binçavkirin li gorî îfadeyên wî di îdianameyê de Umît Akgumuşê ku ji ber teqîna Kolana Kumrular hat girtin bersûcê yekemîn hat nîşandan. Dozgerê îdianame amade kir û li ser îfadeyên Şendur, Akgumuş di 8’ê Adarê de hat binçavkirin û di 12’ê adarê de hat girtin. Akgumuş 2 mehan di hucreyeke yek kesî de ma û bi îdiaya ku fermana şewitandina wesayîtan daye ji ber endamtiya rêxistinê xwest bê cezakirin. Akgumuş di rojên pêş de dê ji bo vê jî bê darizandin.