Pîrozbahiyên Newrozê yên li Ewropayê dewam dikin
Kurdistanî li Elmanya, Îtalya û Norwêcê tevî dostên xwe Newroz pîroz kirin. Di çalakiyan de piştgirî ji berxwedana Efrînê re hate dayin.
Kurdistanî li Elmanya, Îtalya û Norwêcê tevî dostên xwe Newroz pîroz kirin. Di çalakiyan de piştgirî ji berxwedana Efrînê re hate dayin.
Kurdistanî li Elmanya, Îtalya û Norwêcê tevî dostên xwe Newroz pîroz kirin. Di çalakiyan de piştgirî ji berxwedana Efrînê re hate dayin.
MANNHEIM: Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê, Ronahî (Bedriye Taş) û Bêrîvan (Nilgün Yıldırım) hatin bîranîn, ku 21'ê Adara 1994'an ji bo şermezarkirina qedexekirina Newrozê bedena xwe li bajarê Mannheimê dabûn ber agir. Piştî bîranînê, li Alte Feuerwacheyê pîrozbahiyeke Newrozê hate lidarxistin û agirê Newrozê hate dadan. Di çalakiyê de işaret bi berxwedana Efrînê hate kirin.
STUTTGART: Li bajarê Sttugart ê Elmanyayê, mîtînga xwedîderketina li Efrînê veguherî çalakiya Newrozê. Di çalakiyê de hunermendê Elman Lukas Weisert û hunermenda Kurd Zeynep Enhas derketin ser dikê. Sendîkavan Anke Jeck jî ku ji ber vekirina ala YPJ'ê bû hedefa polîsan, di mîtîngê de axivî. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bila qedexeya li ser PKK'ê were rkairin", "Bijî YPG, YPJ û berxwedana Efrînê" qediya.
HANNOVER: Newroz li Hannoverê hate pîrozkirin û berxwedana Efrînê hate silavkirin. Endamê NAV-DEM'ê Altun Bischoff li vir axivî û got, "Bi ruhê berxwedana Efrînê û efsaneya Kawayê Hesinkar em vedigerin. Û em ê Dehaqê niha Erdoğan têk bibin."
WOLFSBURG: Li bajarê Wolfsburg ê Elmanyayê, bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan ên ji bajarên Hildesheim, Salzgitter, Gifhorn, Braunschweig û Wolfsburgê, Newroz hate pîrozkirin. Hunermend Abdullah, Dimli Amed, K. Volkana Şoreşê, Beşîr Rojava û Mesûd Med derketin ser dikê.
BOCHUM: Li bajarê Bochun ê Elmanyayê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) Newroz pîroz kir. Pîrozbahî bi dirûşma "Agirê ji Kawa heta Mazlum wê bi ruhê Efrînê qet venemire" pêk hat û bi sedan kes tevlî bûn.
LEIPZIG: Newroz li bajarê Leipzig ê Elmanyayê hate pîrozkirin. Qisekeran ji bo xwedîderketina li berxwedana Efrînê bang kirin.
FIRENZE: Li bajarê Firenze yê Îtalyayê Kurdistanî tevî dostên xwe yên Îtalyanî li ber avahiya Konsolosxaneya Rûsyayê il hev civiyan û ji bo xwedî li Efrînê derkevin çalakiyek kirin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Em bi berxwedana Efrînê re ne" hate vekirin û dirûşmên "Kujer Erdoğan", "Kujer Putin", "Bijî berxwedana Efrînê" hatin qîrîn.
PARMA: Li bajarê Parma yê Îtalyayê Kurdan û Îtalyaniyan bi hev re Newroz pîroz kirin. Çalakger li ber peykerê aştiyê li hev civiyan û bi meşaleyan meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî Newroz", "Azadî ji Serok Apo re" hatin qîrîn. Her wiha bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî komkujiyên li Efrînê hate şermezarkirin.
TRONDHEIM: Agirê Newrozê li bajarê Trondheim ê Norwêcê ji bo Efrînê hate dadan. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li meydana Torgê li hev civiyan û agirê Newrozê dadan.