Piraniya Elmanan dibêjin,’Bila Erdogan neyê’

Li gorî ankêta dawî ya li Elmanya hatî kirin, piraniya Elmanan naxwazin Erogan li Elmanya bang li Tirkan bike.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku van demên dawî têkiliyên xwe yên bi dewleta Elmanya re dîsa geş kiriye, piştî bi salan 28-29’ê Îlonê bi serdaneke fermî wê were Elmanyayê. Muxalefeta Elman û beşekî girîng ê raya giştî ya Elman naxwazin ku Erdogna bi merasîma dewletê were pêşwazîkirin.

Erdogan jî dixwaze vê serdanê ku bi vexwendina dewleta Elmanya pêk tê, bike şow. Diyar bû ku Erdogan dixwaze qedexeyên ku rêveberiya Berlînê beriya dema referandûma 16’ê Nîsana 2017’an û beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê li ser siyasetmedar û wezîrên AKP’yî danîbû binpê bike û dema serdana mîtîngeke girseyî bike. Piraniya Elmanan naxwazin ku Erdogan vî tiştî bike.

Li gorî ankêtekê ku şîrketa Insayê kiriye û Sêşemê wê encamên wê werin weşandin 65,8 ê Elman naxwazin ku Erdogan li devereke vekirî bang li Tirkan bike. Tenê 14 ji 100’î yên Elmanan vî tiştî qebûl dikin, 19 ji 100’î gotin, ‘em nizanin’ an jî ramana xwe diyar nekirin.

ERDOGAN JI BO KOLNÊ HÊ TI BERSIV NESTANDIYE

Heftiya bihurî di çapemeniyê de derketibû ku AKP’yî ji bo ku Erdogan 29’ê Îlonê li Kolnê bi Erdogan re werin cem hev dest bi haziriyan kirine. Hatibû gotin ku ji bo vê jî li Kolnê ji bo hêwanên mezin hevdîtinan dikin û heke li Kolnê cih nebinin jî, ji bo ku li Berlînê vê bikin hewl didin.

Li gorî agahiyên dawî hêwanên mezin ên li Kolnê hê bersiv nedane AKP’yiyan. Lê li gel daxwaza rejîma Erdogan jî, tê gotin hê rêveberiya Berlînê ji bo daxwaza mîtîngê ya Erdogan bersiv nedaye. Hin rayedarên dewletê yên Elman gotin, ‘’Me Erdogan tenê ji bo hevdîtinên dewletî vexwend, ne ji bo hevdîtinên taybet’ û naxwazin Erdogan şovan bike.

Erdogan  Sibata 2008’an li hêwana Arena ya Kolnê  bang li alîgirên xwe kiribû, sûcên dewleta Tirk ji nedîtî ve hatibû û gotibû, ‘’Divê kes ne li bendê be ku li bara asîmîlasyonê xweşbîn bin. Ji ber ku asimilasyona sûcê mirovahiyê ye. Divê ev wiha were zanîn.’’