'Pêwîste ciwan xwedî li pêvajoyê derbikevin'
'Pêwîste ciwan xwedî li pêvajoyê derbikevin'
'Pêwîste ciwan xwedî li pêvajoyê derbikevin'
Girtiyê ji doza PKK’ê Hayatî Kaytan diyar kir ku divê pêvajoya vekişandinê weke teslîbûyîn neyê dîtin. Kaytan, anî ziman ku têkoşîna wan bi ciwanan dest pê kir û ji ber vê yêkê peywira mezin dikeve ser milê ciwanan.
Hayatî Kaytan ê ku ji doza PKK'ê girtî û li Girtîgeha Tîpa D a Denîzliyê dimîne bi nameya ji ajana DÎHA'yê re şandî derbarê pêvajoyê de nêrînên xwe parvekirin.
Hayatî Kaytan, diyar kir ku divê tu kes biryara KCK'ê ya vekişandinê şaş fêmneke û wiha got: "Divê pêvajoya vekişandinê bi tu awayî weke teslîbûyîn neyê fêmkirin. Vekişandin nîşaneya gerîla û gel girêdayî serokatiya xwe ne. Vekişandina gerîla navê wateya pêvajo xitîmî û xilas bû. Ya tê jiyîn tenê vekişandin e. Dest ji çekan berdan û an teslîbûn nîn e. Têkoşîna sereke dê ji niha wê de dest pê bike. Eger heta niha gavek hatibe avêtin ji vê saetê şunda divê 10 gav bên avêtin."
„BARÊ MEZIN LI SER MILÊ CIWANAN E“
Kaytan bal kişand ser mezinkirina têkoşînê û wiha pê de çû: "Roj roja azadiyê û roja serkeftinê ye. Di rojên em nêzî serkeftinê bûn de em nexebitin em nagihijin serkeftinê. Divê zarokê 7 salî heta bav û bapîrên me yên 70 salî bixebitin. Divê em ji 7 saliyê heta 70 saliyê bixebitin. Tu baweriya me bi polîtîkayên hikûmeta AKP'ê û dewletê tunene. Baweriya me bi gelê me û serokatiya me heye. Hinî ev bawerî hebe em dê serbikevin. Ya herî zêde me li ser rawestin û qîmetê bidinê ciwan in. Divê em ciwanan tevlî pêvajoyê bikin. Divê ciwan xwe tevlî pêvajoyê bikin û xwedî li pêvajoyê derbikevin. Ciwan ji gel cuda nayê dest girtin û gel jî ji ciwanan cuda nayê dest girtin. Her du perçeyên bi hev re girêdayîne. Divê ciwan xwe bi hêz bikin. Ciwanên xwe bi hêz dikin berê xwe bidin Kurdistanê. Serkeftin dê bi vî şiklî pêk bê. Pêvajoya heta niha pêvajoya dijwar a şer bû. Divê pêvajoya niha bibe pêvajoya gelbûnê, rêxistinbûnê û siyasetbûnê. Ev yekê ji bi tevlîbûna ciwanan û hêzbûna ciwanan pêkan e. Divê ciwan pêvajoyê baş fêmbikin û bidin fêmkirin."
Kaytan di nameya xwe de bal kişand ser hinek hişyariyan û da zanîn ku li ser ciwanên zanîngehê û ciwanên kurd rewşekî tiralî û sistbûnî heye. Kaytan, diyar kir ku vê tralî û sistbûnê weke "pêvajoya aştiyê hate, em li hev hatin. Her tişt temam e" xwe nîşan dide û wiha destnîşan kir: "Ev wisa nîn e. Heke heta îro em saetekê xebitîbin ji vê saetê şundan divê em 15 saetan bixebitin. Divê gel û ciwan li hev bên û bibin yek. Divê weke perçeyekî tevahiyê tevbigerin. Çawa ku ciwanan ev doz da destpêkirin dê bi saya ciwanan jî serkeftin bê girtin."