Pêşmergeyên ku peywira xwe dewr kirin, vedigerin Hewlêrê

Pêşmergeyên ku peywira xwe dewr kirin, vedigerin Hewlêrê

Li Kobanê piştî guherîna peywirê hêza pêşmergeyan a ji 150 kesî ji bo vegerin Hewlêrê hatin Balafirgeha Rihayê.

Hêza pêşmergeyan a duyemîn a ji 150 kesî pêk dihat ku ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê duh gihiştibûn cihê xwe. Bi hatina yekineyên nû re, koma yekemîn a pêşmergeyan a ji 150 kesî pêk dihat peywira xwe teslîm kirin û ji Kobanê veqetiyan. Pêşmergeyên di saetên sibê de hatin Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê,  ji vir bi wesayîtên zirxî yên polîsan bi konvoyekê ji ser rêya Pirsûsê hatin Balafirgeha Rihayê ya GAP’ê. Pêşmergeyên li balafirgehê dipên, di saetên pêş de wê bi balafirê biçin Hewlêrê.

Ji bo tevlîbûna parastina Kobanê di 30’ê Cotmehê de yekîneyên Pêşmergeyan bi du koman hatibûn Kobanê. Pêşmergeyan duh peywira xwe dewrî koma nû kirin.