Pênaseyên Ocalan ên li ser şer û aştiyê

Ocalan şertên rizgariya ji kaosê pêşkêş kiriye. Heke çareserî hebe ew ê li wê derê be, ya ku kêşeyê lê dest pê kiriye ango divê dîsa vegerin ser Mûtabakata Dolmabahçeyê û maseya li Îmraliyê. Bi vî awayî aştî dikare pêşiya şer bigire.

Dema ku qala Rojhilata Navîn tê kirin, yekemîn peyva ku tê bîra mirovan şer e. Ji ber ku ev der demekê baxçeyê gelan bû lê niha ji bo ku bibe cihê şer û dojehê her tişt têkirin. Her roj bi şîddeteke din hewl tê dayîn ku kokên wî baxçeyê werin hişkkirin.

Dema ku mirov dibêje Rojhilata Navîn, aştî jî dibe pêdiviya herî sereke. Ne bi tenê ji bo vê derê, ji bo cîhanê jî çareseriya herî bingehîn e.

Beriya her tiştî divê em vî tiştî qebûl bikin. Şer ne nebûna aştiyê ye, aştî jî ne nebûna şer e… Aştî karê bîrbûnê ye. Bîrbûnê nîşan dike. Şer jî wekî bîrbûneke xumamî û jirêderketî ye. Ji ber vê jî aştî meseleyeke girantir e; dema ku were bîrbirin dikare pêk were, ne ku şer nebe.

Li ser van herdu têgehan gelek tên nîqaşkirin. Mirov dikare bibêje ku modernîteya kapîtalîst, eniya şer temsîl dike û mezinbûna vê eniyê tê wateya ku ew li ser lingan bimînin. Modernîteya demokratîk jî ji bo ku eniya aştiyê û baxçeyê gelan ji nû ve were avakirin, li ser vê heqîqetê ye.

Têkildarî van herdu têgehan analîzên herî bi bandor ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin. Vî şerê ku Kurdan li ser bingeha azadiya xwe li dijî kevneşopiya dewletan daye dest pê kirin, ev herdu peyv vî şerî gelekî zelal şîrove dike.

PÊNASEYÊN OCALAN ÊN LI SER ŞER Û AŞTIYÊ

Dewlet li dijî Kurdan şer dike. Di nav kevneşopiyeke wisa de gelo mirov dikare zimanê aştiyê ava bike, mirov dikare aştiyê ava bike. Têkoşîna ji ser van pirsan, 40 sal li pey xwe hişt. Şahidê herî girîng ê vê pêvajoyê Ocalan e.

Lê gelo Ocalan şer û aştiyê bi çi awayî şîrove dike?

Ji bo Ocalan şer û aştî, li ser van her sê têgehan e.

Polîtîka, exlaq û xweparastin.

Mirov dikare têkiliya di navbera van têgehan de, bi vî awayî şîrove bike. Polîtîka tê wateya awayê çalakiyên afirîner. Ev hêz e ku pêdiviyên maddî û hişî yên civakê ava dike, jiyana rojane saz dike. Polîtîka bi qasî ku rêveberiyê diyar dike, di heman demê de têkiliya xwe bi hunera azadiyê jî heye. Civakek çiqasî polîtîk bibe, ewqasî azad dibe. Civak û kesên ku bêyî polîtîka mane, dibin fena mirîşkeke serê wê hatiye jêkirin. Ji ber ku polîtîka tê wateya lêgerîna tiştên rast û baş, têkiliyeke zexm bi exlaq re ava dike.

BÎRA POLÎTÎK A CIVAKÊ

Exlaq jî bîra polîtîk a civakê ye. Awayê sekinokî yê polîtîkayê dewlet, yê exlaq jî hiqûq e. Dema ku feraseta dewletparêz exlaq desteser kir, hiqûq derket holê. Pirsa ku ew ê ya baş çawa were kirin exlaq ava dike, pê re jî demokrasiya yekser jî ava kir. Ji ber ku ji bo vê pirsê, herî kêm du kes tên ba hev. Îradeya biryardayînê, ji ser norma exlaq bi demokrasiyê re ava dike. Civaka ku exlaqê wê jê hatiye stendin, tê wateya ku dilê wê jê hatiye derxistin û di tariyê de hatiye hiştin.

XWEPARASTIN YA BINGEHÎN E

Civakên ku nekarîne bibine polîtîk û exlaqî, xweparastin ji bo wan tişta bingehîn e. Xweparastin exlaqî ye, ji ber ku dema exlaq û polîtîka nikaribin tiştekî bikin, tekane tişta ku civak dikare bike, xweparastin e.

Ocalan dema ku aştî û şer dinirxîne, gelo çima qala ‘rewş’bûna wan dike. Rewşa şer û aştiyê. Ev çi ne?

Heke civak nikaribe xwe bidomîne, nikaribe saziyên xwe bide xebitandin, tê wateya ku ketiye bin nîrekî giran ê pêkutî û mêtingeriyê. Ev ‘Rewşa şer e’. Ji rewşa şer ê şaristaniyan ên li dijî civakan re mirov dikare bibêje dîrok.

Xweparastin di rewşa şer de derdikeve holê. Aştiya ku xweparastina wê tune, tê wateya teslîmiyet û koletiyê.

KÎNGÊ DEV JI ÇEKAN TÊ BERDAN?

Peyva aştiyê di şertên modernîteya kapîtalîst de, peyveke bi xefk e. Heta ku rast neyê pênasekirin, bikaranîna wê ne baş e. Di vê wateyê de ‘aştî’ nayê wateya jiholêrakirina rewşa şer û ne jî tê wateya nebûne şer a ku aliyek ji bo îstîkrarê xwe serdest dibîne. Di aştiyê de alî hene û serdestiya aliyan divê tunebe. Ji bo çalakkirina saziyên civakê yên cewherî, exlaqî û polîtîka divê dev ji çekan were berdan.

LIHEVKIRINA DEWLET Û DEMOKRASIYÊ

Ev her sê şer bingeha aştiyê ne. Aştiya mayînde, heta ku xwe nespêre van şertan, tu wateya wê tune. Aştî ne tiştekî wisa ye ku bi serdestiyên desthilatdarî û dewletê pêk were. Desthilatdarî û dewlet bi çi navî dibe bila bibe, heke serdestiya xwe bi hêzên demokratîk re par ve neke, aştî nayê rojevê. Heke civak karibe saziyên xwe yên exlaq û polîtîk çalak bike, rewşa ku derdikeve holê siyaseta demokratîk e. Aştî dawiya dawîn lihevkirina bi şer a demokrasî û dewletê ye.

DIVÊ PÊŞIYA REWŞA ŞER WERE GIRTIN

Wekî ku tê dîtin, Ocalan şertên rizgariya ji kaosê pêşkêş kiriye. Heke aqilselimî serdest bibe, wê quretî jî binax bibe. Heke çareserî hebe ew ê li wê derê be, ya ku kêşeyê lê dest pê kiriye ango divê dîsa vegerin ser Mûtabakata Dolmabahçeyê û maseya li Îmraliyê. Bi vî awayî aştî dikare pêşiya şer bigire. Heke rewşa aştiyê nekeve pêşiya rewşa şer ew ê dijminatî zêdetir bibe, polîtîka û exlaq jî sist bibe. Ku her kes dengê xwe zêdetir bike û vê êrîşa li ser nirxên xwe bide ber pirsan, ew ê ev gav gelekî bi nirx be û ew ê mifteya aştiyê be.