Partîzan: Di hilbijartinan de em ê bi HDP’ê re bin

Partîzanê diyar kir ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de ew ê piştgiriyê bidin HDP û Selahattîn Demîrtaş.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera Partîzanê AKP ji sala 2002’yan û vir ve nelirêtî û gendeliya herî mezin dike û hejariyê kûrtir dike.

Partîzanê diyar kir ku AKP derbeya herî mezin li karkeran dixe û qala êrîşên li ser gelê Kurd, Ermen û Rûman kir.

Partîzanê têkildarî helwesta xwe ya hilbijartinê jî ev tişt diyar kir:

“Di hilbijartina 24’ê Hezîranê de ji bo ku em karibin faşîzmê hilweşînin pêdiviya me pê heye ku em enî û bereya demokrasiyê berfireh bikin. Navnîşana vê pêdiviyê jî HDP ye, ya ku tifaqên faşîst dixwaze wê di binê bendê de bihêlin. Ji ber vê sedemê jî di hilbijartina 24’ê Hezîranê de em ê di nav tifaqa HDP’ê de bin û em ê piştgiriya Selahattîn Demîrtaş bikin ê ku namzetê serokkomariyê ye.”