Partiya Çep: Piştgiriya me ya ji bo Efrînê wê bidome

Wekîlên Partiya Çep ên Meclîsa Federal a Elmanyayê cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kirin û gotin, piştgiriya wan a ji bo Efrînê wê bidome.

10 parlamenterên Partiya Çep a Elman bi rêya ANF'ê Newroz li berxwedêrên Efrînê û tevahiya gelê Kurd pîroz kirin.

Ulla Jelpke diyar kir ku divê Elmanya pêşengiyê ji darizandina Erdoğan re bike û got, divê em piştgiriya Kurdên li Rojava û Efrînê ji cih û warê xwe bûne bikin.

Dieter Dehm got, "Efrîn jî mîna Kobanê berxwedanê temsîl dike. Bi saya berxwedana li wê derê em bi nirxên rojavayî dijîn."

Stefan Liebich da xuyakirin ku ew piştgiriyê didin Efrîniyan û got, "Weke Partiya Çep nabe ku em li pêşberî bûyerên li herêmê diqewimin bêdeng bin. Em naxwazin bêdeng bin. Em hikumeta xwe jî rexne dikin, ji ber ku bêdeng e û çekan difiroşe hikumeta Tirk."

Kathrin Vogler anî ziman ku ew li bendê ne hikumeta federal êdî vî şerî weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî pênase bike û got, "Ez bi xwe şerm dikim ku ev şer bi çekên Elman tê kirin. Ev yek ji bo vî welatî tiştekî baş nîne. Ji Efrînê re dibêjim; em bi we re ne, Bijî Efrîn."

Nicole Gohlke diyar kir ku gelê Kurd tevî hemû zor û zehmetiyan di her serdemê de zaniye li ser piyan bimîne û got, "Em bi we re ne. Hêvîdar im em ê di rojên hê xweş de Newrozê bi hev re pîroz bikin."

Michel Brandt got, "Di vê dema zehmet de hêvîdar im wê Newroz baş derbas bibe û hûn ê cejna xwe bi xweşî pîroz bikin.

Simone Barrientos destnîşan kir ku rewşa li Efrînê trajediyeke gelekî giran e û got, "Hêvîdar im ji bo Ewropiyan wê Efrîn bibe Vîetnama nû. Ewropiyên ku li dijî şerê DYA yê li Vîetnamê daketin qadan, hêvîdar im wê vê carê ji bo Efrînê dkaevin qadan û ji kiryarên dewleta Tirk re bêjin 'êdî bes e'. Di her şert û mercî de em ê dakevin qadan. Têkoşîna me wê heta dawiyê bidome."

Zaklin Nastic anî ziman ku ew bi hemû hêzên demokratîk re ne yên li herêmê têdikoşin û diyar kir ku têkoşîna wan a li dijî vî şerê ku hiqûqa navneteweyî binpê dike wê bidome. Nastic got, "Piştgiriya me ya ji bo gelê Kurd bê sînor e û em ji dil destekê didin têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û mafên jinan."

Sylvia Gabelmann got, "Ji bo kesên ku hiqûqa navneteweyî li Efrînê binpê kirin bên darizandin çi ji destê me bê em ê bikin. Bi taybetî divê bes çek ji dewleta Tirk re bên firotin."

Gökay Akbulut got, "Li gel van bûyerên giran ên li Efrîn û Rojava, hêvîdar im wê Newroz bi xweşî derbas bibe. Hêvîdar im wê hemû komên etnîkî û olî yên li Rojava bi hev re dijîn, hemû cejnan bi hev re timî pîroz bikin. Newroz pîroz be."