Parlementerên HDP’ê: Me pêvajoya têkçûna faşîzmê da destpêkirin

Parlementerên HDP’ê yên ku li Amedê çalakiya nobedê didomînin diyar kirin ku çalakiya wan daxwazên hemû kesan beyan dike û Paylan jî banga beşdariya li çalakiya dengderxistinê kir.

Parlementerên HDP’ê yên Stenbolê Huda Kaya û Garo Paylan ên ku beşdarî çalakiya nobedê ya li Amedê bûne, diyar kirin ku ew ê çalakiyên wan welat azad bike, faşîzmê têk bibe. Kaya û Paylan çalakiya nobetê ji ANF’ê re nirxandin.

‘DIVÊ HEMÛ ALÎ LI BER XWE BIDIN’

Kaya diyar kir ku bi çalakiyekê mirov li Tirkiyeyê nikare bigihêje encamekê û rejîma AKP’ê mafê hemû mirov û zindiyan ji destê wan girtine. Kaya got: “Kesên digotin va ye meydan, bila werin siyasetê bikin û ji çiyayan dakevin, îro pêşiya siyasetê demokratîk digirin û li meclîsê siyaset rastî dîzayneke faşîzan tê.”

Kaya diyar kir ku AKP êrîşî nan û nirxên mirovan dike û bal kişand ser vî tiştî ku divê hemû alî li dijî rejîma AKP’ê li ber xwe bidin.

‘ME TÊKOŞÎNEKE DEMDIRÊJ DA DESTPÊKIRIN’

Kaya diyar kir ku nobeta wan a li Amedê nobeteke dîrokî ye û got: “Li hemberî me rejîmek heye ku dixwaze îdealên faşîzmê ava bike. Ji ber vê jî wê têkoşîna me demdirêj be.”

Kaya diyar kir ku bi pêvajoyan re dibe ku forma çalakiyan biguhere û lê wê ti carî têkoşîn neyê sekinandin û vê çalakiya me ya nobetê destpêka vê pêvajoya demdirêj e.

‘BI VÊ ÇALAKIYÊ EM HATIN SER XWE’

Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Garo Paylan jî bal kişand ser berxwedana li meydan, park û kolanan û got: “Me berxwedanek da destpêkirin ku karibe hemû aliyan têxe nav berxwedanê. Berxwedana me didome, em ê ji niha û şûnde jî bi biryardarî bidomînin.”

BANGA JI BO GELÊ AMEDÊ

Garo Paylan qala beşdariya çalakiya dengderxistinê ya gelê Amedê kir û diyar kir ku beşdariya wan gelekî girîng e û bang li hemû aliyan kir ku êvarî beşdarî çalakiyên derxistina deng bibin.