Parlementerên girtî li ser kursiyê Meclîsê ne!

Parlementerên girtî li ser kursiyê Meclîsê ne!

Cîgira Serokê Koma BDP’ê Pervîn Bûldan, di dema hevdîtinên meclîsê yên li ser bûtçeyê de axivî û diyar kir ku wana îro weke roja parlementerên girtî îlan kiriye û ew bi navê Parlementera BDP’ê ya Şirnexê Selma Irmak aiaxive.

Cîgira Serokê Koma BDP’ê û Parlemeta Îdirê Pervîn Bûldan li meclîsê mafê axaftinê girt û da zanîn ku wana roja 18’ê berfanbarê weke rojaparlementerên girtî ragihandiye û gotÎ: “Ez êîro li vir Parlementera Şirnexê Selma Irmak a girtî me.Ez di hilbijartinên 12’ê Hezîrana 2011 de bi bûm vîna 46 hezar û 208 kesan û hatim hilbijartin. Ez niha ne li Meclîsê me, lê di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de me.”

Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî li ser navê Parlementera BDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim ku niha girtî ye axivî û bal kişand ser komkujiya 19’ê Berfanbarê û binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de.