Parlementer Hûnko: Destûr nayê dayîn ku biçim Îmraliyê

Endamê Meclîs Parlementeran a Konseya Ewropayê Andreh Hûnko diyar kir ku ji bo lêkolîna rewşa Îmraliyê wî gelek caran serî lêdaye lê rayedarên Tirk serlêdana wî asteng dikin.

Ligel raporên CPT’ê û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî tecrîda li Îmraliyê bi giranî didome.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî duh biryarek sa û xwest derbarê pêşketinên li Îmraliyê dewleta Tirk heta dawiya Îlona 2022’an agahiyan pêşkêş bike.

Derketibû holê ku Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê li ser navê ‘cezayê dîsîplînê’ ji 12’ê Cotmehê û şûnde cezayê hevdîtinê yê 6 mehan û cezayê hevdîtina bi malbatê ya 3 mehan li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn.

Endamê Meclîsa Parlementerên Ewropayê Andrej Hûnko jî derbarê tecrîda li Îmraliyê pirsên ANF’ê bersivand.

Parlementerê Partiya Çep a Elmanyayê Hûnko diyar kir ku qedexeyên li ser hevdîtinên bi rêzdar Ocalan nayê qebûlkirin û got “Li gorî agahiyên ku min stendine, şertên girtîgeha Îmraliyê ne li gorî Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Komîteya Wezîran jî diyar kir ku mekanîzmayeke lêkolînê tune û ji ber ku binpêkirin hene, divê Tirkiye derfeta mekanîzmayeke lêkolînê ava bike.”

Hûnko li ser helwesta Elmanyayê ya li hemberî tecrîdê jî got ku “Elmanya û endamên Konseya Ewropayê divê têkiliyên xwe yên taybet ên bi Tirkiyeyê re qut bike. Elmanya ji aliyekî ve dengê ‘Erê’ dide dengdana ku Tirkiye peymannameya Konseya Ewropayê bin pê dike û ji aliyê din ve jî hevkariyê bi Tirkiyeyê re dike.”

Endamê Meclîs Parlementeran a Konseya Ewropayê Andreh Hûnko diyar kir ku ji bo lêkolîna rewşa Îmraliyê wî gelek caran serî lêdaye lê rayedarên Tirk serlêdana wî asteng dikin.

Hûnko got “Azadiya Ocalan wê tevkariyeke mezin li çareseriya aştiyane ya şerê Kurd û Tirkan bike. Çareseriyeke wisa wê ji bo hemû aliyan baştir be.”