Parlamenterên ku wê beşdarî 'Nobeta Wijdan û Edaletê' a Stenbolê bibin

Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP'ê sibê li Stenbolê dest pê dike. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay û 12 wekîlên HDP'ê wê beşdarî nobetê bibin.

Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP'ê li Amedê da destpêkirin, sibê di 1'ê Tebaxê de li Parka Yogûrtçû ya Kadikoyê dest pê dike. Nobeta ku HDP'ê daye destpêkirin wê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay jî beşdar dibe.

Parlementerên ku beşdarî nobetê bibin ev in;  Parlamenterên HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, Sirri Sureyya Onder, Nadir Yildirim, Mîthat Sancar, Hişyar Ozsoy, Ayşe Acar Başaran, Bedran Ozturk, Erdal Ataş, Leyla Bîrlîk, Sîbel Yîgîtalp, Erol Dora, Îbrahim Ayhan wê nobetê bigirin.

BI HEZARAN KES WÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Kemalbay, wê sibê saet di 12.30'an de li Parka Yogûrtçû Civîna Koma HDPê ya Meclîsê pêk bîne. Piştî civînê wê nobeta hefteyekê were destpêkirin. Gelek saziyên sîvîl ên civakî, partî, ode û sendîka wê piştgiriyê bidin nobetê.