Parêzvanên mafên mirovan ên Rûsya: Nebe hevkarê dagirkeriyê!
Li Rûsyayê parêzvanên mafê mirovan û parêzer diyar kirin ku li Efrînê sûcê komkujiya sivîlan tê kirin û bang li Rûsya kirin ku nebin ‘hevkarê sûc’.
Li Rûsyayê parêzvanên mafê mirovan û parêzer diyar kirin ku li Efrînê sûcê komkujiya sivîlan tê kirin û bang li Rûsya kirin ku nebin ‘hevkarê sûc’.
Li Rûsyayê parêzvanên mafê mirovan ên navdar û Yekîtiya Parêzerên Rûsya derbarê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin di êrîşan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane, gelek birîndar bûne û gotin, ‘’Rûsya jî bi qasî Tirkiyê ji bûyerên li herêmê berpirs e. Rûsya dibe hevkarê sûc ê ku Tirkiye li herêmê dike.’’
‘LI DIJÎ MIROVAHIYÊ SÛC TÊ KIRIN’
Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Rojava konfederasyona legal a demokratîk e ku rêgeza demokrasiyê lê sazkar e, bi rengekî berfireh xwerêveberiya demokratîk, şaristaniya demokratîk a li ser dewleta hiqûqê lê tê avakirin. Êrîşa Tirkiyê êrîşa li ser demokrasî, hiqûq, mafê mirovan e û binpêkirina azadiyê ya bi tundiyê ye. Ev binpêkirina rêgeza hiqûqê ya navnetewî ya mafê diyarkirina çarenûsa û serxwebûnê ye. Êrîşa Tirkiyê ya li ser Efrînê bi her hawî sûcekî navnetewî ye.
Kantonên Rojava ti caran nebûne parçeyek ji Tirkiyê û li ser mafê otonomiyê di nav sînorên Sûriyê de ye. Her wiha Rojava konfederasyona demokratîk û hiqûqî ye ku hemû dinya û Rûsya bi rengekî ne fermî qebûl kiriye. Helwesta Rûsyayê ya li bara êrîşa bi ser demokrasiya Rojava de hevkariya sûcê Tirkiyê ye. Di van şertan de Rûsya ji şerê Tirkiyê yê li Rojava berpirs e û hevkarê sûcê mirovahiyê yê dewleta Tirk e.
‘DIVÊ MUDAHELE WERE KIRIN’
Em kirinên Tirkiyê û Rûsyayê şermezar dikin û dixwazin di cih de ev operasyonên leşkerî yên li dijî demokrasî, mafê mirovan û azadiyan were rawestandin. Her wiha li dijî vê rewşa li dijî konfederasyona demokratîk a Rojava bang li hemû saziyên navnetewî, saziyên mafê mirovan dikin ku mudaheleyî rewşê bikin.’’