Parêzerên Rêberê Gelê Kurd cara sêyemîn xwestin bi lezgînî biçin Îmraliyê

Malbat, parêzer û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin "bi lezgînî hevdîtinê bikin" cara sêyemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dinç, Raziye Ozturk, Îbrahim Bîlmez û Newroz Uysal, piştî îdeayên der barê tenduristî û ewlehiya Ocalan de ketin rojevê, bi daxwaza "Hevdîtina bi lezgîn" serî li Serdozgeriya  Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin biçim Îmraliyê. 

Parêzeran dîsa bi heman armancê ji bo bi Omer Hayri Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re jî hevdîtin bikin, xwestin biçin îmraliyê û serî li dozgeriyê dan. 
 
Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dinç, birayê Omer Hayri Konar Ali Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysi Aktaş Melihe Çetin bi rêya parêzeran xwestin biçin Îmraliyê. Parêzeran xwest bi baldarî û hesas serlêdana wan qebûl bikin ku biçin Îmraliyê. Parêzeran anîn ziman ku mabatan herî dawî di 3'ê adara 2020'an de hevdîtin kiribûn, birayê Ocalan jî herî dawî di 27'ê Nîsana 2020'an de bi telefonê bi Ocalan re hevdîtin kiriye. Parêzeran da zanîn ku ji wê demê heta niha hemû daxwazên wan ên hevdîtina rû bi rû û telefonê hatine redkirin û destûr nadin ku name û faks û amûrên ragihandinê bên dayîn. Parêzeran destnîşan kirin ku hemû serlêdanên wan li dijî hiqûq û destûra bingehîn hatine astengkirin.

Parêzeran bal kişand ser rapora  CPT'ê û xwest tecrîda demdirêj û giran, xertên girtîgeha Îmraliyê li ber çavan bê girtinû mafê hevdîtinê bê dayîn. Parêzeran herî dawî bibîr xistin ku di 14.03.2021'an de li ser înternetê agahî û îdîayên pêş ketin ew xistine nava fikaran û ji ber vê yekê xwest teqez û bi lezgîn parêzer û malbat biçin Îmraliyê û rû bi rû hevditinê bikin."