Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Rezan Sarica, Mazlûm Dînç û Mehmet Devran Devrîm, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina heftiyane ya asayî pêkbînin serî li Dozgeriya Komara Bûrsayê dan. Ger ku dozgerî serlêdanê erê bike parêzer dê sibê biçin Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an çûbûn Îmraliyê. Piştî wê heta niha hemû serlêdanên parêzeran bi sedemên cuda hatin redkirin. Parêzerên Ocalan 2 sal û 132 rojin nikarin biçim Îmraliyê. Her tim bi hinceta keştî xerabe ye, rewşa hewayê nebaş e û destûra fermî ye çûna parêzeran tê astengkirin.