Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilên xwe re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Şaziye Onder, ji bo muwekilên xwe re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komara Tirk a Bursayê dan. Eger serlêdana wan bê pejirandin dê parêzeran sibê biçin Grava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin. 

Hemû serlêdanên parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve tên redkirin.