Parêzerên Ocalan: Demildest divê rêya hevdîtinê were vekirin!

Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsale ku ev 6 sal in nikarin bi miwekîlê xwe re hev bibînin, diyar kirin ku tecrîd destkeftiyên demokratîk kirine hedefa xwe de û xwestin ku demildest dawî li tecrîdê were.

Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê bi mebesta ku balê bikişîne ser tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rapora 6 mehan a ku amade kirî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), li Şûbeya Stenbolê ragihand. Civîn bi tevlêbûna  ÎHD’ê, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê, Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP), Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) pêk hat, di civînê de pankarta ‘’Ji pergala tecrîdê ya Imraliyê re êdî bes e’ hate vekirin.

‘HIQÛQA NETEWÎ Û NAVNETEWÎ TÊ BINPÊKRIN’

Daxuyanî li ser navê Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji hêla Prz. Ebrû Gunay ve hate xwendin. Gunay got 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ew nikarin miwekîlê xwe bibînin, bi rengekî bê hiqûqî hevdîtina wan tê astengkirin û diyar kir li gel vê astengiya kêfî ji 11’ê Îlona 2016’a ve li Girava Îmraliyê rasterast an jî ne rasterast ti agahî nestandine.

Gunay got avakirina heq û azadiyên sereke, rakirina astengên li pêş ve û avakirina şertên hewce berpirsyariya destûrî ya dewletê ye û bêyî ku tin hêncetan bidin pêş xwest ku ev berpirsyarî were bicihanîn.

 ‘BI BAYÊ BEZÊ DIVÊ ŞERTÊN HEVDÎTINÊ WERIN ÇÊKIRIN’

Gunay diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan têkoşîn û destkeftiyên demokratîk ên gelên Tirkiyê ji xwe re kiriye hedef û got: ‘’Şertên ewlehî û tendirûstiyê yên Birêz Ocalan ku hewldanên wî yên ji bo çareseriya demokraîk û aştiya mayinde bûne xwemalî civakê niha ji her demê zêdetir girîng in. Tecrîda li ser Ocalan di heman demê de tecrîda hewldana çareseriya demokratîk, aştiyê, siberoja hevpar a gelên me ye.’’ Gunay diyar kir helwestnîşandana li dijî tecrîda li ser Ocalan peywira însanî ya hemû gelan e û got: ‘’Bi bayê bezê divê şertên hevdîtinê yên bi Birêz Ocalan re werin çêkirin û divê agahiyeke esih bi civakê re were parvekirin.’’

Piştî daxuyaniyê parêzer û parêzvanên mafê mirovan yek bi yek axivîn, diyar kirin ku tecrîd êşkence ye û divê demildest were bidawîkirin.

Beşek ji metna  ku di civînê de hatî xwendin: