Parêzerên Ocalan ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe berê xwe dan Îmraliyê.

Li gorî daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal ji bo çûyîna Îmraliyê bi rê ketin.

Daxuyanî bi rêya twitterê hate weşandin û hate gotin, "Ji parêzern buroya me Newroz Ûysal û Rezan Sarica îro (12.06.2019) ji bo dîtina muwekîlê me Birêz Abdullah Ocalan berê xwe dan Girtîgeha Girava Îmraliyê. Vê agahiyên ji raya giştî re radigihînin."

Herî dawî 2 û 22'ê Gulanê parêzerên Ocalan muwekîlê xwe dîtibûn.