Parêzerên ÇHD û HHB’yê hatin derbkirin

Parêzerên girtî yên ÇHD û HHB’ê di danişîna destpêkê ya dadgehê de ji hêla leşkeran ve hatin derbkirin.

Parêzerên komalaya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û yên Buroya Gel a Hiqûqê (HHB) saleke bi awayekî der  hiqûqî  di zindanê de tên ragirtin. Piştî salekê cara yekem e parêzer derxistin dadgehê û di danişînê de ji hêla leşkeran ve hatin derbkirin. Di dema dadgehê navber dayî danişînê leşkeran bi hinceta ku parêzeran bi parêzerên ne girtî tên darizandin re axiviye êrîşî parêzerên girtî kirin.  

Danişîna destpêkê ya parêzerên ÇHD û HHB’ê ku 17 jê girtî 20 parêzer tên darizandin, li 37. Dadgeha cezayê giran a  Bakirkoyê destpê kir. Di danişînê de, serokê baroya Stenbolê Mehmet Durakoglu, parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) û ÇHD’ê jî di nav de 100 parêzer ji bo parastina hempîşeyên xwe amade bûn. Ligel parêzeran, parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum, Ahmet Şik, Huda Kaya, Oya Ersoy, Mensur Ilik, parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û parêzerên endamê baroya Parîs û Viyanayê, Yekitiya Hiqûqnasên Ji Bo Mafê Mirovan (ELDH), Yekîtiya Hiqûqnasên Demokrat Ên Navneteweyî (IADL), Rêxistina Çavdêriya Cîhanî Ya Ji Bo Êrîşên Li Ser Parêzeran (IDHAE), Konfederasyona Parêzeran A Asya Û Pasîfîkê (COLAP), Parêzerên Demokrat Ên Ewropayê (AED), malbatên karkerên li somayê di madenê de mirî, malbatên kesên di berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest dayî, Nûriye Gulmen û malbatên parêzeran tevlî danişînê bûn. Parêzer bi dirûşmeya, “hûn nikarin parêzerên demokrat bêdeng bikin” ketin dadgehê û bi çepikan hatin pêşwazîkirin.

Danişîn li 37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bi parastinê berdewam kir. Di danişînê de parêzer Ayşe Aciniklî der barê darizandinê de mafê axaftinê stend û got: "Hempîşeyên me ji ber parêzeriyê tên darizandin. Ev yek nayê qebûlkirin. Hem pîşeyên me ji ber pîşeya xwe çûne midûriyeta polîsan, girtîgehan û dadgehê. Bêjin ne ji ber parêzeriyê ye nayê qebûlkirin. Her parêzer vi kari dike. Ji ber vê yekê divê parêzerî neyê darizandin. Piştî navberê heyeta dadgehê bi îdîya “Endamtiya rêxistinê" û “rêveberiya rêxistinê" daxwaza parêzeran a rawestîna darizandinê red kir. Danişînê bi parastina parêzeran dest pê kir. Ewil Parêzer Selçuk Kozagaçli parastin kir. Kozagaçli, anî ziman ku nêzî salek e girtî ye û wiha got: "Kesekî hiqûqnas be û li ser van meseleyan biaxive êşek mezin e. Ez bawer nakim ku êdî edaleta Tirk bersûc diparêze. Ez bawer nakim ku niha li hemberî dadgehê me. Tenê navê wê dadgeh e. Hemû salonên asliye yên mezin her yek jê totem in. Hûn Qesra Edaletê ava bikin, lê di nava wê de 37 dadgehên Cezayên Giran hene. Ev bi xwe nîşaneya xetimandinê ye.  

DI NAVBERA PARÊZER Û LEŞKERAN DE ALOZÎ DERKET  

Pişti parastina parêzeran heyetê navber da. Parêzer Ezgî Çakir, piştî navberê dema derket derve ji aliyê eskeran ve hat rawestandin. Çakir bertek nîşanî eskeran da. Li ser ve yekê parêzerên girtî jî bertek nîşanî eskeran dan. li ser vê yekê beşdarên danişînê dirûşmeya “Parêzerên şoreşger rûmeta me ne" Berz kirin. Piştî navbera parêzer û eskeran de alozi derket, komek eskerên din hatin û dora parêzeran dorpêç kirin. Eskerekî got 'Hemû bersûcan kelepçe bikni' Beşdarên salonê ev yek bi çepikan şermezar kirin.