Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê yên tecrîdkirî, parêzeran serlêdan kirin.
Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê yên tecrîdkirî, parêzeran serlêdan kirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Emran Emekçî û Sûzan Akîpa ji bo karibin muwekîlê xwe Rêber Apo bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran di heman demê de ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.
Rêber Apo bi salan e nikare hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike. Serlêdanên ji bo hevdîtinê jî bi rêk û pêk bê bersiv têne hiştin. Di nava 8 salên dawî de herî kêm 15 caran qedexeya hevdîtinê li se parêzeran hate dan^nı.
Ji parêzeran Ozgur Faîk Erol di çarçoveya hevdîtinên dawî yên Heyeta Îmraliyê de 27'ê Sibatê hevdîtin bi Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtin kiribû.