Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Serlêdanên parêzeran heta niha bêbersiv têne hiştin.
Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de karîbûn muwekîlê xwe bibînin.