Parêzer Çakir: Em ê bibin yên didarezînin

Parêzer Ezgî Çakir diyar kir ku doza ku parêzerên ÇHD û HHB jê dihatin darezandin mînaka dozên komplo yên kilasîke û got: “Em ê ne bin yên tên darizandin, em ê bibin ên didarizînin.”

Parêzer Ezgî Çakir beriya darezandina parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Buroya Hiqûqê ya Gelan (HHB) a ku wê 10’ê Îlonê li Edliya Bakirkoyê pêk were axivî û got: “Em ne ji rewabûn û ne jî ji daderiya xwe berdidin. Em li hemberî vê rejîma faşîzan û zextê çong natewînin; Em ê bi domdarî wan li dadgehan teşhîr bikin.”

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gelan a ji 20 parêzer û ji wan 17 girtî ku wê li Edliyeya Bakirkoyê bêndarezandin Ezgî Çakir ji ANF’ê re axivî. Çakir bibîr xist ku ev saleke ku parêzer bi awayekî bê hiqûqî hatine girtin. Çakir bal kişand ser biryara rakirina SEGBÎS a li ser ketina greva birçîbûnê ya parêzeran û wiha got: “Bê ku biprisin, lêkolîn û delîlan sepandina SEGBÎS’ê, em dibînin bê ka çawa ceza didin. Li ser gotinên du şahidên veşartî em her roj dibînin ku mafê mirovan çawa tê xespkirin.”

Çakir destnîşan kir ku mafê azadî û têkoşîna parêzerên ÇHD û HHB’ê li korîdorên edliyeyan veguhezandine hemû qadan û got: “Ew bûne hevparên birsîbûna muwekîlên xwe, êşkenceya li kolanan bi muwekîlên xwe re dîtine, di dema înfazan de parêzerên ku li pêşiya polîsan rawestiyane. Parêzer pêşeng bûn ji bo wê bûn hedefa desthilatê.”

Çakir bibîr xist ku dosyaya parêzeran li ser 6 şahdidên veşartî û 6 şahidên diyar mînakeke ya dozên komployên kilasîk diwazin bidin avakirin û di dosyaya mijara gotinê de ne şopandina tenknîk ne jî ya tape heye, tenê li ser wêeneyên ji çavkaniyên nûçeyan hatine girtin û gotinên şahidên veşartî û diyar tê kirin. Çakir bal kişand ku yek ji şahidan muwekîlekî wan ê berê ye û got: “Diyare ku ji bo ji bê berdan van tiştan bêje hatiye neçarkirin.” Çakir got, di van demê dawî de polîs serî li vê rêbazê didin û got: “Ji bo yên hatine destgîrkirin bikin sîxur bûye yek ji polîtîkayên wan. Her dema ku polîs hinekan destgîr dikin bi bazarkirina ‘Bibin hevkarên me, em ê we berdin’ dikin.

Parêzer Ezgî Çakir destnîşan kir ku ÇHD û HHB parêzerên Berkîn Elvan, Hasan Ferît Gedîk, Dîlek Dogan û Nûriye Gulmen û Semîh Ozakçanin, tenê ji ber ku pîşeyên xwe pêk danîn tên darezandin û wiha pêde çû: “Em ê nebin yên li wir tên darezandin, Em ê wan darezînin. Em ne ji rewabûn û ne jî ji daderiya xwe berdidin. Em li hemberî vê rejîma faşîzan û zextê çong natewînin; Em ê bi domdarî wan li dadgehan tehşîr bikin.”