Ozguneş: Ji pêkanînên dermirovî re bêjin rawestin!

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Ozguneş nerazîbûn nîşanî êşkencea li girtiyên li Girtîgeha Şirnex û malbatên wan dikin û got: “Ji bo rawestandina pêkanînên dermirovî erkekî mirovî ye.”

Girtiyên li Girtîgeha Şirnex a Tîpa T roja 6’ê Îlonê bi malbatên xwe re hevdîtin kirin. Beriya ku hevdîtin temam bibe li ser nîşana serketinê ya malbata Ayaz Avşar, di encama gotûbêjên derketîn de li gel Avşar Osman Beytûr û girtiyek din ê navê wê nehate zanîn ji aliy gardiyanan ve li pêş çavê malbatan hatin derbkirin. Dîsa Dayika Avşar Teybet Avşar, dayika Beytûr û jina xizmê gitiyê din a navê wê nehate zanîn a ku nerazîbûn nîşanî vê hovîtiyê da, ji aliyê gerdiyanan ve hate derbkirin.

Parlemeterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş ê di derbarê bûyerê de agahî da got: “Di hevdîtinên me yên bi gel re û kesên hatine berdan yek ji pirsgirêka ew e ku pêkanînên bê hiqûqî û zextên li girtiyên li Girtîgeha Şirnexê tê kirinin. Bi bûyera herî dawî ya li girtîgehê hatiye kirin, carekî din daye nîşandan ku li hemû girtîgehan bi heman şêweyî pêkanîn tên kirin. Ji bo van mijarên ku li girtîgehan bikin rojev, di raya giştî de hestyariyê bidin avakirin û dîsa bikin ku hikûmet bi erka xwe rabe û berpirsyariyên xwe bîne cih.”

Ozguneş bibîr xist ku gardîyanên ku dema girtî ber bi qawîşên xwe ve diçûn tilîlî û nîşanên azadiyê yên malbatan kirin hincet û êrîşî girtî û malbatên wan kirine. Ozguneş destnîşan kir ku derbkirin, heqaret, îxlalkirina mafê mirovan û ev pêkanîn ên derveyî hiqûq û rêgezên mirovahiyê ne. Ozguneş got: “Ne mimkune ku em vê bêhiqûqî û pêkanînên dij exlaqî bipejirînin.

Ozguneş da xuyakirin ku li Şirnexê pêkanînên taybet hatine danîn û wiha pêde çû: “Bi hincetên siyasî mirov tên girtin û tên avêtin girtîgehan. Dema ku yên li nasnameya xwe ya siyasî digerin jî bi sirsûngkirin û heqaretên cihê re rû bi rû tê hiştin. Ji bo vê ji bo dawîkirin û rawestandina van kiryarên dermirovî erkekî mirovahiyê ye.”

Ozguneş diyar kir ku beriya niha jî li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bûyerên mîna vê hatibûn kirin û îxlalkirinên mafê mirovan zêde bibû û îxlalkirinên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê wiha rêz kir.

“Name nedana girtiyan, hevdîtina girtiyan a li gel rêveberan bi kêfa gardiyanan ve hiştin.

Bikaranîna amûrên mîna şeh, pênûsbir û mîna wan li ser kêfa gardiyanan hiştin û hejmartina jinên pîr a li ser lingan.

Sînordarkirina xwendina pirtûkan, qûtkirina avê.

Dema çûna salona sporê kirina yek rêz, dema ku parlemeterên HDP’ê derketin ser ekranên televîzyonan divê deng bê kêmkirin.

Dema ku jinên pîr tercîha qawîşên siyasî dikin, ji aliyê gerdiyanan ve heqaret lê tê kirin.

Di cil û bergan de sînordarkirina hinek rengan.

Bicihkirina qawîşên 12 kesî 20 kes têde cihkirin û ev jî dibe sedem ku hinek girtî li erdê rakevin. Di dema hatina malbatan a hevdîtinê heqaretkirin.”

Parlemeterê HDP’ê Hasan Ozguneş destnîşan kir ku weke HDP’ê li dijî pêkanînên li girtîgehan, ji bo raya giştî ya navxweyî û derve bi hestyar bike û ji bo ketina nava tevgerê di nava hewldanan de neû wiha pêde çû: “Wkek HDP hewldanê me yên ji bo rakirina, zext û bêhiqûqîiyên li girtîgehan û di serî de pêkanînên der mirovî yên li Îrmarî û şikandina pêkanînên zext û êşkence dîsa tecrîdkirinên li ti deverên cîhanê neyî wê dewam bikin. Ji holê rakirina pêkanînên derhiqûqî û tecrîdê bingehê avakirina aramî û aştiyê ya Tirkiyeyê ye.”