Operasyonên qirkirina siyasî ya li ser KCD’ê protesto kirin

Destgîrkirina gelek kesan a di encama operasyonên qirkirina siyasî ya li ser KCD’ê de li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin protestokirin.

Destgîrkirina parêzer, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sîvîl ên di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de, li Amedê di avêtina ser malan de hatibûn destgîrkirin, li Amedê hat şermezarkirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê têkildarî operasyon û destîgîrkirinê daxuyaniyek hevpar dan. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan, parlamenterên HDP’ê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Wekîlê Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Amedê Îrfan Soner, daxuyanî xwend û wiha got: “Desthilatdariya AKP’ê, hemû kesên li dijî xwe muxalîf dibîne, destgîr dike û digire. Lê AKP bi van êrîşan lez daye hilweşandina xwe.”

Soner, bertek nîşanî operasyonên girtin û destgîrkirinê da û wiha got: “Hûn her roj operasyonan li dar bixin û her roj me binçav bikin jî, em ê dest ji parêzertiya xwe, siyaseta partiya xwe û xizmeta xwe ya tenduristiyê bernedin. Emê her tim li pêşberî siyaseta we ya şaş rawestin. Ji vê saetê û şûnde, hûnê nekarin bi tu operasyonan hilweşandina xwe asteng bikin. Ji ber vê em dibêjin dest ji van kiryarên xwe berdin û hevalên me tavilê serbest berdin.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz dûre axivî û wiha bilêv kir: “Desthilatdariya AKP’ê, dibin navê operasyonên siyasî de, her tim ji bo xwe qilifekê dibîne. Di vê demê de jî, êrîşî KCD’ê kirin ji bo xwe kiriye qilif. Lê emê tu carî dest ji demokrasî û azadiyê bernedin. KCD jî ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê şansê herî mezine. Êdî dest ji van operasyonên xwe berdin. Her kes baş dizane ku desthilatdarî xwe li ser şer û xwînê xwedî dike. Lê êdî ev ne çareseriye.”

Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên “Zext wê nekarin me têk bibin” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” hatin berz kirin.

LI WAN, STENBOL, MÊRSÎN Û EDENEYÊ

Li bajarên weke Wan, Stenbol, Mêrsîn û Edeneyê jî, bi heman armancê daxuyaniyên şermezarkirinê hatin dayîn. Di daxuyaniyên hatin dayîn de ev peyam hat dayîn: “Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Bi van girtin, destgîrkirin û operasyonên qirkirina siyasî ti tişt bi ser nakeve. Em vê bêhiqûqî û bêedaletiyê qebûl nakin. Em bang dikin ku hevalên me tavilê bên berdan.”