Operasyonên qirkirina siyasî: li Stenbolê 15 kes hatin girtin

Li Stenbolê li 7 navçeyan ji ber xebatên akademiya siyasetê ya DBP’ê  yên 2011-2013’an 2014’an operasyon dabûne destpêkirin û ji 44 kesan 15 jê bi ‘endamtiya rêxtinê’ hatin girtin.

Ji 44 kesên ku li 7 navçeyên Stenbolê hatin binçavkirin 15 jê hatin girtin. 10’ê Çile bi çarçoweya lêpirsînê ya 2014’an ku ji ber xebatên akademiya siyasetê yên DBP’ê yên salên 2011-2013’an 44 kes hatibûn binçavkirin, îro kesên ku hatibûn binçavkirin şandin Edliyeya Çaglayanê. 

Ji 44 kesan 12 kes jê bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan û 32 kes jê bi daxwaza ku werin girtin  şandin dadgeriya cezaya silhê û û  encamê de Serokê Lijneya Rêveberiya TV 10 Velî Buyukşahîn, Cemîl Demîrbaş, Yavûz Akar, M. Alî Altin, Bînalî Palandoken, Cîhan Daddelen, Halîs Kandelcî, Cemşît Atabay, Erkîn Orûç, Basrî Aslan, Adnen Kaçmaz, Mehmet Akar, Edîp Karçik, Velî Haydar û Selahattin Yilmaz bi îdîya ku ‘endamê rêxistinê ne’ hatin girtin.

29 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan.