Operasyonên qirkirina siyasî: Li Edeneyê 9 kes hatin girtin

Li Edeneyê Hevseroka HDP’ê ya Edene Gulseren Tûran û 8 endamên partiyê ku ji aliyê Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû ve hedef hatibûn nîşandan bi îdîaya “dadgeh avakirine” hatin girtin.

Hevseroka HDP’ê ya Edene Gulseran Tûral, Hevserokê HDP’ê yê Seyhanê Hazim Yalçin, namzetê endamê Meclîsa Şaredariya Seyhanê HuseyÎn Beyaz, endamê berê yê şaredariya Syhanê Enver Okmen, rêveberên bajêr Zekî Eren, Alî Aslan, Yaşar DemÎr û endamên HDP’ê Ahmet Alak, Mûstafa Yildiz, Mehmet Alî Alak, Veysî Alak û Sîraç Alak ku 20’ê Adarê di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriyê Komarê yê Edeneyê ve hatibû destpê kirin, hatibûn destgÎr kirin.

Îro kesên hatibûn destgîr kirin sewqî Dadgeha Edliyeyê hatin kirin û li dozgeriyê îfadeya wan hate girtin.

Dozgeriyê Veysî Alak bi şertê kontrola edlî; Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Tûral jî nav de 11 HDP’yî bi îdîaya “rêveberên rêxsitinê ne”, “endamê rêxistinê”, “li ser navê rêxistinê sûc kirin, talankirin û tehdît kirin” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sûlhê kir. Dadgeriyê Yalçin, Sîraç û Ridvan Alak bi şertê kontrola edlî berda û 9 HDP’iyên ku nava wan de Tûral jî heye bi îdîaya “rêveberê rêxistinê”, “endamê rêxistinê”, “li ser navê rêxistinê sûc kirin, talankirin û tehdît kirin” girt.

Roja serdegirtinê Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû bi gotina “Odeya kozmîk avakirine” hedef nîşan dabû.