Operasyonên qirkirina siyasî didomin: Li gelek bajaran binçavkirin û girtin

Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP di çarçoveya konsepta xwe ya şer de dimeşîne, zêde dibin. Li gelek bajar û navçeyan her roj bi dehan kes tên binçavkirin û girtin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP di çarçoveya konsepta xwe ya şer de dimeşîne, zêde dibin. Li gelek bajar û navçeyan her roj bi dehan kes tên binçavkirin û girtin.

EDENE

Li navçeya Edene Seyhanê, duh êvarê bi armanca şermezarkirina şîdet û komkujiyên dewlet li bajarên Kurdistanê dike, çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin. Piştî çalakiya li Taxa Gulbahçeyê, ciwan li nava taxê meşiyan lê rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan, du ciwanên zevt kiribûn bi dijwarî li wan dan. Ciwanên ku li nava kolanê rastî îşkenceyê hatin, piştre hatin binçavkirin û ew birin emniyetê.

BEDLÎS

Li navçeya Bedlîs Xîzanê, polîsên tevgera taybet ên Tirk danê sibehê avêtin ser malên Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Xîzanê Kader Sonmez û Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Xîzanê Muhyettîn Çetîn. Polîsan piştî lêgerîna li malê Sonmez kirin binçavan û birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Li mala Muhyettîn Çetîn jî, polîsan kesek nedît. Li ser vê yekê polîsan derî şikandin û mal serûbin kirin. Piştî lêgerînê polîs ji malê derketin û li Çetîn digerin.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê welatiyên bi navê Garîp Vûrgûn û Sûphî Allak ên di serdegirtinên malan ên 17'ê Tebaxê de hatin binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî lêpirsînê dozgeriyê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" xwest bên girtin û radestî dadgehê kir. Dadgehê jî biryara girtina Vûrgûn û Allak da û ew şand Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.

ÊLIH

Li Êlihê polîsan danê sibehê avêt ser mala Rêveberê DBP'ê yê Bajêr Afîf Fîlîz. Di serdegirtinê de Fîlîz hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.

ANTALYA

Li navçeya Antalya Alanyayê, di serdegirtinên danê sibehê de polîsan herî kêm 16 kes kirin binçavan. Hat ragihandin ku welatiyên hatine binçavkirin, kesên di êrîşa nîjadperestan a li hemberî avahiya HDP'ê de xwe parastibûn, e.