Omer Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ji bo karibe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne ku agahî jê nayê wergirtin, serî li Wezareta Edaletê da.

SERLÊDANA JI BO ÇÛYÎNA ÎMRALIYÊ

Parlamenterê Rihayê yê ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan ji bo karibe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne ku 41 meh in agahî jê naYê wergirtin, serî li Wezareta Edaletê da.

Di serlêdanê de hate gotin, "Di halê hazir de weke malbata Birêz Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin nikarin agahiyê werbigirin, lewma jî ji rewşa wî ya tenduristiyê bi fikar in. Ez, biraziyê Birêz Ocalan dixwazim 16'ê Tebaxa 2024'an serdana Birêz Abdullah Ocalan bikim. Ji bo pêkhatina hevdîtinê, ji we dixwazim ku hûn ya pêwîst bikin."