Omer Ocalan: Eger tecrîd bi dawî nebe, çareserî jî nabe

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di şîna şehîd Orhan Demîr de axivî û got: “Çareserî di bidawîbûna tecrîdê de ye. Dema Birêz Ocalan diaxive, pêşî li çareseriyê vedibe. Em ê xwedî li hemû nirxên xwe derbikevin.”

TECRÎDA ÎMRALIYÊ

Gerîlayê HPG’ê Orhan Demîr (Qehreman Mûrat) di 30’ê îlona 2022’yan de li qada Girê Hekarî yê Metîna ya Herêma Kurdistana Federe di şer de şehîd bû. Şîna Demîr bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin. Gelek kes tevlî serdana di pêşengtiya Komeleya Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Kesên Xizmên Xwe li Axa Qedîm Windakirine re (KATDER) li navçeya Curnê Reş a Rihayê pêk hat bûn. Di şîna Demîr a li taxa Bahçelîevlerê hate danîn de li ber dirûşma “Şehîd namirin” û tilîliyan meş hate lidarxistin. Girse ji aliyê malbata Demîr ve hate pêşwazîkirin. 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ê di şînê de axivî, wiha got: “Li ser vê axê rastiyek heye, şerekî bi salane dimeşe heye. Gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Em weke DEM Partiyê ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyeke birûmet hewl didin. Li ser axa Kurdistanê desthilat vê rastiyê nabîne û ji bo çareseriyê hewl nade. Em li cihê ku agir vêketiye û êşên herî mezin lê tên jiyîn in. Malbat li vir e, bi sedan kes sersaxiyê dixwazin. Tevî van hemû êşan em banga çareseriyê dikin. Em dixwazin ev bêedaletî bi dawî bibe. Dê heta kengî ciwan jiyana xwe ji dest bidin?”

Parlamenter Ocalan, bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Li ser birêz Ocalan 38 meh in tecrîdeke kûrkirî heye. Pêşiya çareseriyê hatiye xetimandin. Pêşiya demokrasiyê hatiye girtin. Heta kengî dê ev berdewam bike? Ji ber ku em li vir in êşa herî mezin li vir tê jiyîn. Mafê kurdan ê li ser vê axê bi awayekî azad û bi çanda xwe bijî heye. Hinek li ser vî şerî xwe didin jiyîn. Pêşiyê li çareseriyê vekin bila êdî xwîn nerije. Li cihê ku tecrîd lê hebe şer derdikeve. Li her derê êrîşî destkeftiyên Kurdan kirin. Em neçarin ku vê yekê li her derê bibêjin. Em ê xwedî li hemû nirxên xwe derkevin. Em ê heqîqetê li her deran bi lêv bikin. Çareserî bi dawîkirina tecrîdê ye. Mûxatabên çareseriyê diyar in. Kesên şer dikin li hev dikin. Birêz Ocalan di bin tecrîdê de ye. Dema birêz Ocalan diaxive pêşî li çareseriyê vedibe.”