Olûç: Nikarin HDP’ê tesfiye bikin

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç got: “Bi destgîrkirin û girtinan wê nikarin xebatên siyasî yên HDP’ê tesfiye bikin.”

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç li Meclîsê civîna çapemeniyê lidar xist û geşedanên di rojevê de nirxand.

Olûç bal kişand ser hevdîtinên li ser mûçeya kêmane ya dê di 4’ê Kanûnê de li Meclîsê destpê bike û got mûçeya kêmaniyê tevahiya karker, kedkar û feqîran eleqedar dike û karker û kedkar bi rewşek xeternak re rûbirû ne. Olûç anî ziman ku heke mûçeyê kêmane were bihakirin jî divê ne di binê ji sedî 40’î de be û xwest mûçeyê kêmane bi dilê karkeran be û got: “Pêwîste mûçeya kêmane bibe 4 hezar TL.” Olûç budçeya ji bo Qesra Serokkomariyê tê veqetandin jî rexne kir û got divê di şûna budçeya Qesrê de budçeyê bidin xelkê.

Olûç destnîşan kir ku îqtîdar nikare pêvajoya pandemiyê ango koronayê birêve bibe û got: “Herhal li dinyayê di mijara daneyan de tenê ev desthilat derewan dike. Desthilata dixwaze bi hejmara pêketî û miriyan îdraksaziyê çê bike. Hejmar ango daneyên niha rojane tên dayîn ne rasteqîn in. Fiyaskoya di rêvebirina pandemiyê de didomin.”

Olûç bal kişand ser pêla destgîrkirina û girtinên li ser HDP’ê û welatiyên Kurd û wiha got:

“Di du hefteyên dawî de nêzî hezar kesî hatin destgîrkirin. Di nav ên tên binçavkirin de kesê bi koronayê ketine jî hene. Ev destgîrkirin temamî dijhiqûqî ye. Ev desgîrkirin li dijî kesên siyaseta demokratîk birêve dibin pêk tê, em vê şermezar dikin. Ji bo astengkirina xebatên HDP’ê ji ji destê wan tê dikin. Van destîgkirin û girtinan ji bo astengkirina xebatên siyasî yên HDP’ê li dar dixin. Herî dawî duh li Şirnexê bi dehan hevalên me hatin destgîrkirin. Wezareta Karên Navxweyî û desthilat bi taybetî Şirnexê bijartiye û oprasyonan lê birêve dibe. Her cûre hîleyên hilbijartinê li Şirnexê pêk anîn û da ku bi ser bikevin. Hîleyên wan hilbijartinê têr nekir, vê carê jî qeyûman tayînî şaredariyên me navçeyan kirin û şaredariyên me desteser kirin. Armanca van operasyonan û destgîrkirinan tunekirina HDP’ê ye. Di rojeva desthilatê de tenê operasyon û êrîş hene. Hewl didin HDP’ê tasfiye bikin. Lê ew çi dikin û bila bikin wê HDP têkoşîna xwe ya azadî, aştî û demokrasiyê berdewam bike.”