Olûç: Dozger fermanê ji lîderê partiyê digire!

Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç têkildarî lêpirsîna derbarê kogreyê got: “Dozger bi fermana lîderê partiyê tevger dike.”

Wekîlê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç li Meclîsê civîna çapemeniyê lidar xist û têkildarî mijarên di rojevê de daxuyanî da.

Olûç ji malbatên kesên di erdheja Elbak a Wanê de jiyana xwe ji dest dane re xwest û got: “Pirsgirêkên di erdheja Xarpêtê de qewimîn heman pirsgirêk di erdheja Wanê de jî xwe dan der. Kamyonên me yên alîkariyê ji aliyê walîtî û qeymeqamiyê ve hatin astengkirin. Em dibêjin ev helwestek li dijî mirovatiyê ye. Astengkirina alîkariya me helwestek bi qestî ye. Divê pêdiviya xelkê li herêma erdhejê were pêşwazîkirin.

Olûç derbarê kesên piştî lidarxistina kongreya partiya wan hatin destgîrkirin axivî û bi gotina: “Kongreya me bi coşek mezin pêk hat. Tevî hemû zextan jî gelê me herikî kongreyê. Hemû prosedurê me temam bû. Di warî hiqûqÎ de ti kêmasî tine bû. Bi awayek ecêp dozgeriyê teknîsyenên fîrmaya ku me bi awayek bizarganî kirê kiribû destgîrkirin. Ew xebatkarên vê fîramya teknîkî bûn. Duh hatin berdan lê belê xebatkarên partiya me destgîrkirîne. Biryara 4 rojan destgîrkirî bimînin heye. Dozger bi fermana partiyên siyasî tevger dikin. Ti eleqeya van destgîrkirina bi hiqûqî re nîne.” nerazîbûn nîşan da.

Olûç bibîr xist ku piştî kongreya wan di qenalên televîzyonan de bernameyên ew nebûne li ser navê HDP’ê gengeşe hatine kirin û got: “Em kêfxweş in ku li ser HDP’ê gengeşeyê dikin. Xuya dibe ku me rojevek çawa diyar kiriye. Lê belê ev gengeşe bi tiştên derew û şaşî tên birêvebirin. Em ji wan re dibêjin heke hindik be jî dirûstiya we hebe, em ji bo her bersivdayîna pirsên we amade ne. Em dibêjin hodrî meydan! Em dizanin wê vê amborgaya we ji ser me ranebe, lê em dibêjin heke hûn mêrxas bin van gengeşeyan bi me re bikin.”