Olcay ê piştî 19 salan hestiyên wî hatin dîtin hat bibîranîn
Olcay ê piştî 19 salan hestiyên wî hatin dîtin hat bibîranîn
Olcay ê piştî 19 salan hestiyên wî hatin dîtin hat bibîranîn
Abdûrrahman Olcay ê hestiyên wî di kolandineke par a li navçeya Mêrdîn Qoserê di çaleke foseptîk de hat dîtin, li bajarê Bîelefeldê bi merasîmekê hat bibîranîn.
Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, 7 kesên di 30'ê Cotmeha 1995'an de hatin binçavkirin, piştî lêpirîna li JÎTEM'ê hatin windakirin û di çarçoveya lêpirsîna piştî 18 salan hat destpêkirin de, li gundê Tilzerîn ê Qoserê par xebatên kolandinê hatin destpêkirin û di encamê de li çaleke foseptîk de hestiyê kesekî nasnameya wî nehat tespîtkirin, hat dîtin.
Ji bo testa DNA mînakê ji hestî ji Saziya Tip a Edlî ya Stenbolê re hat şandin û di encama lêkolînan de derket holê ku hestî yê Abdûrrahman Olcay ê dema 18 salî bû hat qetilkirin e.
Ji bo Abdûrrahman Olcay ê berî 19 salan ji aliyê JÎTEM'ê ve hat revandin û qetilkirin, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bîelefeldê, bi organîzasyona Komîteya Malbatên Şehîd û Windahiyan, merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Di merasîma bîranînê de li gel nûnerên Komeleya Malbatên Şehîd û Windahiyan ên Kurdistanê (KOMAW) hevsera wî ya berî 19 salan bi çend mehan zewicîbû, kurê wî yê 19 salî yê qet bavê xwe nedîtiye, xwişk û xizmên wî û endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk amade bûn.
Hevsera Olcay Mizgîn Dogan a di bîranîna bi mewlûdê re destpê kir axivî û anî ziman ku dema Olcay di sala 1995'an de hat binçavkirin ew nû zewicî bûn û piştre careke din ew nedîtiye. Dogan got, "Bila serê gelê Kurd sax be. Bila serê endamên partiyê yê têkoşîna bîranîna şehîdên bi lehengî li ber xwe dane, didin sax be."
Kurê Olcay Ahmed ê qet bavê xwe nedîtiye jî got, "Min bavê xwe qet nedît. Piştî 19 salan min hestiyên bavê xwe dît. Bi vî rengî min bavê xwe dît û kêm be jî dilê min rehet bû."
Di bîranînê de li ser navê komeleya KOMAW'ê Salih Cizîrî axivî û bîranîn bi dayîna xwarinê bi dawî bû.