Oker: Hûn nikarin nirxên Elewiyan darizînin!
Serokê Rûmetê yê AABF'yê Turgun Oker ku bi hinceta Tayyîp kêm kiriye hate darizandin, got, ''Ez ê destûrê nedim ku nirxên Elewiyan werin darizandin.''
Serokê Rûmetê yê AABF'yê Turgun Oker ku bi hinceta Tayyîp kêm kiriye hate darizandin, got, ''Ez ê destûrê nedim ku nirxên Elewiyan werin darizandin.''
Danişîna 2'yan a Serokê Rûmetê yê Konfederasyona Yekîtiyea Elewiyên Ewropaye (AABF) Turgut Oker, ku bi îdîaya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kêm kiriye, li Dadgeha Cezayê ya Esliyê ya 25'an a li Edliyeya Anatoluyê ya Kartalê hate dîtin.
Wekîlên HDP'ê û CHP'ê jî tevlî danişînê bûn. Her wiha stranbêj û nûnerên saziyên Elewî jî li danişînê hazir bûn.
Oker got,''Gotina Berkîn Elvan û li Geziyê ciwan hatine qetilkirin' ne sûc e. Hîtler ji bo Yahûdiyan çi be, Yavûz Selîm jî ji bo Elewiyan ew e.''
Oker her wiha got ew ê destûr nedin ku rêgezên civaka Elewî werin darizanin û got, ''Hûn dikarin min darizînin lê hûn nikarin Elewîtiyê darizînin.''
Danişîn taloqî 4'ê Nîsanê bû.