'Ocalan wê bi têkoşîna gelê Kurd re azad bibe'
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Yîannîs Rachîotîs ê Yewnan destnîşan kir, ku Ocalan wê bi têkoşîna gelê Kurd re azad bibe.
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Yîannîs Rachîotîs ê Yewnan destnîşan kir, ku Ocalan wê bi têkoşîna gelê Kurd re azad bibe.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi daxwaza ronîkirina bêhiqûqiya Yewnanîstanê di pêvajoya Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de li Ocalan kiriye li dadgeha Îdarî ya Atînayê doz vekirin. Bi vê yekê re têkoşîna hiqûqî ya parêzeran derket asteke nû.
Rûniştina vê dozê ya li Dadgeha Îdarî ya Atînayê destpê kir, ji bo 22'ê Sibata 2016'an hat taloqkirin. Hikûmeta Yewnan daxwaza taloqkirinê, ji bo temamkirina belgeyên kêm xwest. Heyeta dadgehê jî ev daxwaz qebûl kir.
Parêzerê Ocalan Yîannîs Rachîotîs ê Yewnan, pêvajoya dadgehê ji ANF'ê re nixand û da zanîn, ku li ser daxwaza parêzerên Ocalan ên Kurd, li Yewnanîstanê pêvajoya hiqûqê destpê kiriye.
Rachîotîs da xuyakirin ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihandine, ku pêvajoya navbera salên 1998-2006'an pêvajoyeke zehmet bûye û bibîr xistin, ku di wê demê de Ocalan di nava tecrîdê de dihat ragirtin. Rachîotîs da zanîn ku parêzer jî bi zexteke giran, binçavkirin û gefa girtinê re rû bi rû bûn û got, "Pêvajoya lêgerîna li maf a Abdullah Ocalan a li Yewnanîstanê bi vî rengî destpê kir."
Rachîotîs diyar kir ku ji bo vekirina vê dozê, amadekariyên wan bi qasî sê salan dewam kirine û got, "Ji ber pozîsyona hevalên parêzer ên Kurd û ji ber zextên li Tirkiyeyê pêvajo dereng ket. Parêzerên destpêkê hatin vê derê, yanî parêzerên ku ji bo rewşê ji min re vebêjin hatin vir, hatin girtin. Demeke dirêj di girtîgehê de hatin ragirtin, yan jî neçar man li derveyî welat bimînin."
DAXWAZA HEVDÎTINÊ HAT REDKIRIN
Rachîotîs anî ziman ku wî bi xwe jî, ji bo hevdîtina bi Ocalan re bi rêya Sefaretxaneya Bilind a Tirk serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê daye, lê belê ev daxwaza wî bi hin hincetan hatiye redkirin. Rachîotîs got, "Ez vexwendin konsolosxaneya li vê derê, lê di dawiyê de daxwaza min a hevdîtinê qebûl nekirin.
Piştî hemû zehmetiyan û demeke ji du salan, di sala 2008'an de me karî dozê vekin. Bêguman di vê demê de pirsgirêkên cuda jî derketin pêşiya me. Wekî din ji aliyê agahîwergirtinê de, me zehmetî kişand. Ji ber ku li ser teslîmkirina Ocalan agahiyên ne zelal nebûn. Berpirsyarî jî ya hikûmeta Yewnan e. Me jî doza ji bo tazmînata qanûnî vekir."
Rachîotîs ragihand ku li Yewnanîstanê, sûcên wezîr an jî parlamenteran piştî demeke kurt li ber prosedura 'dem di ser derbas bûye' dikevin û got, "Tazmînata me xwest, tiştekî sembolîk e. Hikûmeta Yewnan vê nede jî, ji bo ku qebûl bike ku karekî neqanûnî kiriye, me ev doz vekir.
Eger dewleta Yewnan sûcê xwe qebûl bike, neçar e tazmînatê bide. Ji bo bide, em hewl didin hikûmetê mecbûr bihêlin ku qebûl bike."
Rachîotîs anî ziman ku ji ber dozê, dadger jî di rewşeke zehmet de ne û got, "Bi taybetî, di mijara teslîmkirina Ocalan de dadger zehmetiyê dikişînin ku biryarê bidin. Lê belê, ji bo qezenckirina dozê em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Em her tim erka ku qanûn dide, bi kar tînin, lê bi dawîbûna dadgehê xuya ye wê demeke dirêj biajo."
Rachîotîs diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna gelê Kurd wê encamê doza li Yewnanîstanê jî diyar bike û anî ziman ku divê ji Yewnanîstanê tiştekî zêde neyê hêvîkirin. Rachîotîs destnîşan kir, ku bi têkoşîna gelê Kurd re wê gelê Kurd û Ocalan azad bibin.