Ocalan ji kongreya Elewiyan re peyam şand

Ocalan ji kongreya Elewiyan re peyam şand

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek şand kongreya FEDA û bang li pîran kirin ku ji bo cem û semahê baş birêve bibin, xwe birexistin bikin. Ocalan got, "Rêveçûna tevgera PKK’ê di nava baweriyan de herî zêde dişibe baweriya Elewiyan. Kevneşopiya Elewiyan berxwedaeke mezine."

5. Kongreya Asayî ya Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), ku weke “Kongreya jinûve avabûnê” tê binavkirin, îro danê sibê li bajarê Elmanya Gelsenkirchenê destpê kir û dê 2 rojan dewam bike. Tê xwestin bi vê kongreyê re hejmara komele û dergehan bê zêdekirin. Ji Elmanya, Fransa, Belçîka, Swîsre, Holanda, Awûstûrya, Îngilîstan, Swêd û Danîmarkayê 200 delege beşdar bûn û nûnerên saziyên cihê reng jî di kongreyê de weke mêvan amade ne.

Di destpêka kongreyê de peyama Rêberê Gelê Kurd abdullah Ocalan a ji bo kongreyê hat xwendin.

OCALAN BANGA RÊXISTINBÛYÎNÊ LI ELEWIYAN KIR

Peyama Ocalan bi vî rengî bû:

“Pêdiviya Elewiyan bi nûbûn û berxwedaneke mezin heye. Ji ber vê yekê divê xwedî li nirxên dîrokî kevneşopiya cem derkevin. Kevneşopiya Zikir û Cem, berxwedaneke mezin e. Zikir şoreşgeriya propaganda ye. Ez semahê jî weke meşeke gerîla dibînim.

Em li semahan geriyan, me zikir dan. Me hîn bêtir kirin. Me siyaset kirin. Ez her tim destnîşan dikim, ku bi qasî fêmkirina cewherê, divê şekla wê jî baş bê fêmkirin.

Belê, em tevgereke Kerbelayî ne, lê di heman demê de berpirsyariyeke me ya dîrokî heye ku em Kerbelayê nedin dûbarekiirn. Bi hovane hatin û Elewî perçiqandin. Elewî di heman demê de Huseyînên di bin zilma Yezîdan de ye, Zerduştiyên di bin êrişên Îslamperestan de ye, Kurd û Komunîstên di bin zilma Kemalîzmê de ne. Eger Elewî van hemûyan bi zanebû û hesasiyeetke mezin binirxînin, hingî Kerbela dûbare nabe û dikarin xwe ji binê vê zilma dîrokî bi saxî rizgar bikin. Di dîrokê de gelek kevneşopiyên Derwîşî yên kevneşopiya Elewî yan jî kevneşopiya Zerduştî hene. Divê di roja îro de, mîna wan êdî em jî kûr bifikirin. Eger ev neyê kirin, weke mînakên dîrokî, dibe ku rewş ber bi nebaşiyê ve biçe. Îro tê dîtin, cem jî, zikir jî, semah jî baş in, cewherî ne û serketina têkoşînê ye.

Eger mirov rastiya Kurd û Elewî tînin ber hev, tê dîtin ku aliyê ji bo Kurdbûnê li ser piyan mane û gelekî li paş hatine hiştin, Elewî ne. Elewîtî berovacî paşdemayînê ye, derdorê ji nasnameya gel temsîl dike. Pêşnexistina vê, kêmasiyeke di roja me ya îro de. Sîstem jî vê nebaş bikar tîne, bi nokeran dixwaze bi xwe ve girê bide. Kemalîzmê, êrişên li dijî komunîzm, sosyalîzm û Kurdan kiribû, bi heman dijwarî li dijî Elewiyan jî nîşan dan. Deshilatdaran herkes cihê kirin û ev 1400 sal in li hemberî Elewî, Şafî, Suryanî û Êzidiyan şer dikin. Bi pevçûnên sexte yên mezhebî, ew kuştin û talan kirin...

Me jî li beramberî vê, Elewî, Êzidî, Sosyalîst di nava PKK’ê de li hev anîn. Ev yek yekitiya mirovan e, gelekî pêwîste, pêdiviya bingehîn a tevgera azadiyê ye. Ez dikarim bêjim ku me ev hinekî bi ser xistin. Ev yek rêya yekane ya rast e,  ji bo fêmkirina gel û dîrokê.

Sazîbûna Yekitiya Elewiyên Kurdistanê gelekî girîng e. Pîrên dikarin Cemê, Semahê baş birêve bibin, xwe birêxistin bikin. Ez bi taybetî girîngiyeke mezin didim semahê û cem ê, dikarim bêjim ku tevgera me jî gelekî nêzî cem û semahê ye. Ev bûyereke cem e.  Cem ji xwe tê wateya civînê. Semah jî tevgera bi sehir a wê ye. Cewhera semahê jî ev e. Ez li bendê me ku herkes ji hurmetê nîşanî cem, semah û zikirê bidin û pêdiviyên wê bicih bînin. Tevgera PKK’ê, tevgereke nûjen a cem, zikir û semahê ye.

Rêveçûn û mezinbûna tevgera PKK’ê, li gorî min di nava baweriyan de hêrî zêde nêzî Elewîtiyê ye. Eger hinekî bi kûrahî bê lêkolînkirin, wê bê dîtin, ku li gorî jiyana bi rêbaza Elewîtiyê ye. Gelekî nêzî Zerduştiyê ye jî. Ez dixwazim vê bêjim; Eger hinekî din hewldan bên kirin, herî zêde Elewîtî, Zerduştî û çandên din ên mîna wê, dikarin bi hêsanî di nava PKK’ê xwe bidin jiyîn. Pêwistiya Elewîtî û Zerduştiyê bi jinûve birêxistinkirinê heye.

Di Elewîtiyê de gotina evînê jî gelekî xurt tê bilêvkirin. Em bi hurmet nêzî vê dibin û bi heman rengî bersivê didin.

Axa me, ji demek ku lê kulîlkên hemû çandan şîn dibe re şahidiyê dike. Niha dema gulvedanê ye. Emê bi xwedîderketina li  mîrateya dîrokî ya Elewîtiyê bi ser bikevin. Silav û rêz...”