NY: Pêwistiya 9,3 mîlyon Sûriyeyan bi alîkariyê heye

NY: Pêwistiya 9,3 mîlyon Sûriyeyan bi alîkariyê heye

Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin ku ji sedî 40 ê nifûsa Sûriyê, yanî pêwistiya 9,3 mîlyon welatiyên Sûriyê bi alîkariyê heye.

Berpirsyara Alîkariya Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Valerîe Amos diyar kir ku rewşa li Sûriyê a ji ber şerê navxweyî her diçe giran dibe.

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di meha Îlonê de hejmara Sûriyeyiyên pêwistiya wan bi alîkariyê hene 6,8 mîlyon bû, lê ev hejmar di nava meh û nîvekê de 2,6 mîlyon zêde bûye.

Li gorî rêxistinê, ji sedî 40'ê 23 mîlyon nifûsa Sûriyê yanî 9,3 mîlyon mirov pêwistiya xwe bi alîkariya însanî heye.

Hat ragihandin ku mirovên herî zêde pêwistiyê bi alîkariyê dibînin, mirovên ji ber şer malên xwe terikandine û hînê li Sûriyê dimînine. Li gorî daneyên rêxistinê, 6,4 mîlyon mirovan ji ber şer li welatê xwe cih guhertine.

Amos, ji bo wezîfedarên alîkariya însanî karibin xwe bigihînin herêmê bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku zexteke siyasî hem li rejîma Sûriyê hem jî li serhildêran bike.

Konseya Ewlekariyê jî di meha bihurî de heman piştî erêkirina pêşnûmebiryara îmhakirina çekên kîmyewî yên Sûriyê xwestibû, destûr ji derbasbûna ekîbên alîkariyê were dayîn.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji Adara 2011'an destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê û vir ve 2,8 mîlyon Sûriyeyî neçar man welatê xwe biterikînin. Piraniya van koçberan xwe li welatên Lubnan, Urdun, Tirkiye, Iraq û Misirê girtin.

Tê texmînkirin ku di encama şerê li Sûriyê de heta niha zêdeyî 100 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dane.