'Nûnerên gelan divê li meclîsê bin'
Ozdal Uçer tevlî civîneke gel a li Fransayê bû û got, nûnerên gelên Tirkiyeyê divê teqez li meclîsê bin.
Ozdal Uçer tevlî civîneke gel a li Fransayê bû û got, nûnerên gelên Tirkiyeyê divê teqez li meclîsê bin.
Ozdal Uçer tevlî civîneke gel a li Fransayê bû û got, nûnerên gelên Tirkiyeyê divê teqez li meclîsê bin.
STUTTGART: Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê, Platforma Hilbijartinê ya HDP'ê li ser amadekariyên dawî civînek kir. Di civînê de plansaziya ji bo birin û anîna dengdêran ji bo navendên dengdanê hate nirxandin.
HAMBURG: Hevberdevkê HDK Ewropa Sînan Unal û Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê bi parlamenterên Hambûrgê yên SPD'ê Dr. Sven Tode û Birke Gutzki Heitmann re rûniştin. Hevdîtin li Parlamenta Eyaleta Hamburgê pêk hat û li ser girtina namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş û ewlekariya hilbijartinê agahî ji parlamenterên SPD'ê re hatin dayin. Wekîlên SPD'ê jî diyar kirin ku haya wan ji astengiyên li pêşiya gelê Kurd û HDP'ê hene û divê HDP teqez li meclîsê hebe. Îmret û Unal piştre serdana şampiyonê Ewropa yê boksê Îsmaîl Ozen ê ji Dersîmê kirin ku ji bo HDP'ê bi berfirehî dixebite û spasiya wî kirin.
VICHY: Li bajarê Vichy ê Fransayê civîneke gel hate lidarxistin. Parlamenterê berê yê Wanê Ozdal Uçer weke qiseker tevlî civînê bû û bang li her kesî kir ku teqez dengê xwe bidin. Uçer işaret bi girîngiya dengên li derveyî welat kir û got, nûnerên gelên Tirkiyeyê divê teqez li meclîsê bin.
STOCKHOLM: Li paytexta Swêd Stockholmê, jinên Kurd ji bo piştgiriya HDP û Selahattîn Demîrtaş li taxa Kistayê stand danîn. Hevseroka Şaxê Kista ya Partiya Çep Gino Berg Ojeda û endamên Meclîsa Jinên Kurd a Amara jî serdana çalakgeran kirin û destek dan wan.