Nûnerê Pûtîn Bogdanov dê bi Salih Muslim re hevdîtinê bike

Nûnerê Pûtîn Bogdanov dê bi Salih Muslim re hevdîtinê bike

Nûnerê Taybet ê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ê Rojhilata Navîn Mîkhaîl Bogdanov tê payîn îro li Cenevreyê bi Hevserokê PYD'ê Salih Muslim û nûnerên mûxalefeta Sûriyê re hevdîtinê bike.

Bogdanov ji televîzyona Rûsyayê El-Yewm re axivî û der barê hevdîtinên xwe yên îro bi mûxalefeta Sûriyê re agahî da.

Nûnerê Rûs dê bi Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, Alîkarê berê yê Serokwezîrê Sûryeyê Rîfeît Esad û ji Komîteya Koordînasyona Neteweyî ya Sûriyê Heysem Menna re hevdîtinê bike.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Gennady Gatîlov jî da xuyakirin ku Nûnerê taybet ê Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn ê Rojhilata Navîn Mîkahîl Bogdanov, tevî rejîma Beşar el Esad û dijberên wî, dixwaze nêrîna hemû aliyan bigire. 

Gatîlov ragihand ku ewê di hemû hevdîtinan de mijara beşdariya mûxalefeta Sûriyê li Cenevre-2 binirxînin.

Gatîlov û Bogdanov di 5'ê Mijdarê de bi dîplomatên Emerîkî re li Cenevreyê hatibûn cem hev. Di civînê de li ser navê aliyê Emerîkayê Berpirsyarê Têkiliyên Siyasî yên DYE Alîkarê Wezîrê Karên Derve Wendy Sherman û Sefîrê Bilind ê DYE yê Şamê Robert Ford ku di Sibata par de hatibû vekişandin, amade bûn. Li ser navê Neteweyên Yekbûyî jî Qasidê Taybet ê Sûriyê Lakhdar Brahîmî cih girtibû.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ereban ê Sûriyê Lakhdar Brahîmî li dû civîna bi nûnerên Rûs û Emerîkî dabû xuyakirin ku ji bo lidarketina konferansa aştiyê ya navneteweyî Cenevre-2 dem nehatiye diyarkirin. Brahîmî ragihand ku di 25'ê Mijdar de alî dê ji nû ve li Cenevreyê bên cem hev û got, "Xebateke berfireh hat kirin û em hêvî dikin ku dê heta dawiya salê konferans pêk were."