BI DÎMEN

Nûnerê HDP yê KE Yagizay banga 'Sûrê' li Ewropayê kir

Çalakiya Kurdistaniyên li Ewropayê ya li Strasboûrgê dewam dike. Kurdistaniyên li saziyên Ewropayê karê dîplomasiyê dimeşînin xwest, komkujiyên dewleta Tirk derhal bê sekinandin.

Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiyên Konseya Ewropayê (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di 22'ê Sibatê de li dijî komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike hat destpêkirin, didome. Çalakî wê heta 12'ê Adarê dewam bike. Di çarçoveya vê çalakiyê de HDP, KNK, Tevgera Jinên Kurd û Komîsyona Têkiliyên Derve ya CDK-F karê dîplomasiyê dimeşînin.

'ŞERÊ NAVXWEYÎ DIKARE RÛ BIDE Û EV Ê BANDORÊ LI EWROPAYÊ BIKE'

Nûnerê HDP'ê yê li Konseya Ewropayê (KE) Faîk Yagizay diyar kir, wan heta niha gelek hevdîtin kirine û got, "Ji roja destpêkê ve em li Konseya Ewropayê hevdîtinan dikin. Bi heyeteke ku Faysal Sariyildiz jî di nav de hebû, me bi kabîneya Sekreteriya Giştî ya KE re hevdîtin kirin. Me şîdet û komkujiyên ji aliyê dewletê ve tên kirin, vegot. Bi taybetî me fikarên xwe parve kirin, ku eger pêşî li vê neyê girtin wê şerekî navxweyî li Tirkiyeyê rû bide û rê li ber encamên giran veke. Me gotin ku ev şerê navxweyî wê bandorê li Ewropayê jî bike. Wan jî anîn ziman, ew vê yekê ji nêz ve dişopînin û dixwazin biçin Tirkiyeyê."

Yagizay bibîr xist, ku Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye û xwest, komkujî derhal bê sekinandin.