Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Muslum Toraman û kurên wî ku li Rihayê cerdevan in, Zekî, Zûrat û Îmam (Salih) Bogakça ku birayê hev in, kuştin.

Çend saet ji bo Festîvala Karkeran a Dûrham a vê salê ku diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin, bi hezaran kes berê xwe dan bajarê Dûrhamê.

Yek ji fermandarên HPG'ê Zerdeşt Navdar konsepta dagirkeriyê ya ji Efrîn heta Bradost û çalakiyên gerîlayan nirxand.

Komîteya Rêveber a PKK'ê ji bo berxwedana 14'ê Tîrmehê got, "Roja Rûmeta Neteweyî" û li dijî faşîzmê ji bo berxwedana topyekûn bang kir.

Herêmên Başûrê Kurdistanê yên ku dema gerîla lê, herêm aram û xwezaya herêmê li gel gerîla bibû yek û xwedî xwezayeke bedew bû. Bi dagirkeriya Tirk re hemû bedewî û xwezaya herêmê hatiye talan û wêrankirin.

Rejîma AKP'ê ku daye nava her şêweyên karên ne li rê, niha jî ji girtî û hikumxwarên li girtîgehên Wanê heqê elektrîk, xwarin, qawîş û avê digire.

Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK'ê li ser salvegera 36'an a berxwedana Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê peyamek weşand û diyar kir ku di 14'ê Tîrmehê de neteweya Kurd bûye xwedî rûmet.