Amadekariyên ji bo Festîvala Dûrhamê didome

Çend saet ji bo Festîvala Karkeran a Dûrham a vê salê ku diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin, bi hezaran kes berê xwe dan bajarê Dûrhamê.

Çend saet ji bo Festîvala Karkeran a Dûrham a festîvala herî mezin a cîhanê ye, qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemildandin. Festîvala ku li bendê ye 200 hezar kes tevlî bibin, gelek aktivîte ji duh ve destpê kirine. Kedkarên ji bo festîvalê dixebitin tîşortên ku nivîsa ‘Êdî dem hatiye, ji Ocalan re azadî’ bal kişand.

Çend saet ji bo Festîvala Karkeran a Dûrham a festîvala herî mezin a cîhanê ye, bi hezaran kes berê xwe didin qada şahiyê. Festîvala ku îsal a 134’emîn têê lidarxistin, bi biryara 12 sendîkayên herî mezin û nûnertiya 6 milyon a endamên wê diyarî Ocalan hate kirin.

SIBE ROJA MEZIN E

14’ê Tîrmehê ku roja duyemîn a festîvalê ye, li bendê ye ku 200 hezar kes berê xwe bidin herêmê. Meşa mezin a ji sê aliyên bjarê Dûrhamê ve wê destpê bike, wê Kurd pêşengtî bikin. Wê bi nepoxên bi nivîsên ‘Ji Ocalan re azadî’ di rêzên herî pêş ên meşê de cih bigirin.

Li gel aktivîte û şahiyên çandî û siyasî yên li taxên cuda yên bajêr bên kirin jî, wê bi deh hezaran kes li qada şahiyê kom bibin. Li qada şahiyê jî wê dîmenên têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku hatine amadekirin tim bên nîşandan.

Wê di şahiyê de lîderê sendîkaya sosyalîst a giştî ya Bîrîtanya û nûnerên wê, wê li ser navê kampanyay ji Ocalan re azadî baxivin. Tê payîn ku lîderê Partiya Karkeran a Îngilîz Jeremy Corbyn jî baxive.

TÊKILDARÎ OCALAN WÊ AGAHÎ BÊN DAYÎN

Di festîvalê de Meclîsa Gel a Bîrtanya, Meclîsa Gelê Kurd a London, bi hezaran tîşort, broşor û agaharî yên di çarçoveya kampanayay ji Ocalan re azadî amade kiribûn belav bikin.

DIYARÎ OCALAN HATE KIRIN

Piştî ku sendîkayên sosyalît ên Bîrîtanya ku piştgirî da Kampanyay Freeden For Ocalan (Ji Ocalan re azadî) û şûnde, lez hate dayîna xebatan, di encama hewldana rayedarên kampanyayê Festîvala Madenvanan a Dûrhamê ji bo azadiya Ocalan hate kirin.

Meclîsa Gelê Kurd a Bîrtanya jî di banga kirî de diyar kir ku festîvala îsal ji bo diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye û banga tevlîbûna xurt kir.