Fermandarê HPG'ê: Ketin û derketina ji vê derê ne hêsan e

Yek ji fermandarên HPG'ê Zerdeşt Navdar konsepta dagirkeriyê ya ji Efrîn heta Bradost û çalakiyên gerîlayan nirxand.

Yek ji fermanarên HPG'ê yê herêma Xakûrkê Zerdeşt Navdar têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çalakiyên gerîlayan ji ANF'ê re axivî.

Navdar bal kişand li ser konsepta dagirkeriyê ya ji Efrînê heta Bradostê û diyar kir ku êrîşên tên kirin ne li gorî ti qanûnên şer e.

DEMA TÊK DIÇIN SERÎ LI DAGIRKERIYÊ DIDIN

Navdar diyar kir ku beriya êrîşên dawî yên dagirkeriyê, hikûmeta AKP'ê hewldanên aştiyê yên tevgera azadiya Kurd têk bir û wiha domand; "Weke tevger her demî ji bo çareserkirina doza Kurd bi rêyên diyalog û siyasetê hewldanên me yên ji dil çêbûn. Lê li hemberî vê yekê bi taybetî Erdogan û hikûmeta AKP'ê xwest van hewldanan timî pûç bike. Herî dawî ji aliyê Rêbertiya me ve hewldanên çareseriyê derketin holê. Hikûmeta AKP'ê piştî ku têkçûna xwe ya di 7'ê Hezîranê de dît serî li dagirkeriyê da."

KONSEPTA DAGIRKERIYÊ YA JI XAKURKÊ HETA QENDÎLÊ

Navdar bi domdarî got, "Hişmendiya faşîst a ku nirxên azadî û demokrasiyê nas nake êrîş pêk anî. Tirs belav kirin û pêvajoyeke nû ya şer xistin meriyetê. PKK ji bo Tirkiyeyê weke gefekê nîşan da û pêvajoyeke nû ya şer dan destpêkirin. Ev êrîş ji Herêmên Parastinê yên Medyayê  heta Bakurê Kurdistan, Efrîn û xaka Başûrê Kurdistanê tên kirin. Bajarekî weke Efrînê ku ti pêwendiya xwe bi Tirkiyeyê re nîne bû hedefa êrîşên dagirkeriyê û bajar hate dagirkirin. Niha jî hedefa wan ew e dixwazin herêma Bradostê dagir bikin. Konsepeteke dagirkeriyê ku ji Xakurkê dest pê dike û heta Qendîl belav dibe hatiye lidarxistin. Li ser vê êrîş pêk hatin û li dijî van êrîşan berxwedaneke bê hempa ya gerîlayan çêbû."

BAWERIYA WAN JI LEŞKERAN BÊHTIR JI TEKNÎKÊ TÊ

Navdar got, dewleta Tirk li dijî hêzên gerîla hemû teknîka pêşketî bi kar tîne û wiha domand; "Dewleta Tirk ji leşkerên xwe bêhtir baweriya xwe bi teknîkê tîne. Gerîlayan jî ev teknîk pûç kir. Artêşa Tirk ku hemû baweriya xwe daye teknîkê wiha hîn bûye ku teknîka serdemê wê bi aqilê mirov neyê pûçkirin. Ji derveyî teknîkê ti ruhekî artêşê nîne. Gerîla hêzeke avaker e. Li dijî teknîka serdemê baweriya me bi hêza mirovan tîne. Gerîla jî her dem di nava guhertinan de ye û li dijî her stratejiyekê taktîkên nû diafirîne. Her ku teknîk bi pêş dikeve gerîla jî profesyonel dibe. Dijmin dema ku derbasî herêma Xakurkê bû bi taktîk-şêweyek nû re rû bi rû ma. Gerîlayan jî bi çalakiyên bi hêz ev plana dagirkeriyê pûç kirin. Li girên Lêlîkan, Evdalkovî û Elî Dirêj gerîlayan çalakiyên bi hêz lidarxist. Li van giran bi sedan leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. Li beramberî vê teknîkê gerîlayan bi çalakiya li girê Elî Dirêj nîşan dan ku teknîka dewleta Tirk ku pê bawer bû çawa pûç dibe. Hevalên me tevî hemû teknîka giran a dijmin çûn nava çeperên dijmin û derbeyên serketî li wan da."

HEJMARA KUŞTIYÊN XWE EŞKERE NAKIN

Navdar diyar kir ku li Lêlîkanê heta niha bi sedan leşkerên Tirk hatine kuştin û wiha got; "Dewleta Tirk windahiyên xwe vedişêre. Vana bi ti awayî ji raya giştî re parve nakin. Ev windahiyên he hemû têne veşartin. Bi siyaseta derewan operasyona têgihiştinê pêk tînin. Qendîl ji bo wan xewneke. Ji bo ku werin Qendîlê divê gelek tiştan li ber çavan bigrin."

ARMANCA WAN NE PKK YE, DI HEDEFA WAN DE HEMÛ GELÊ KURD HEYE

Navdar bi domdarî wiha got; "Niha gerîla li herêma Xakûrkê li her giran de di çeperên xwe de ne. Amadene bersivê bidin her tevgereke ku pêk were û wiha hatine birêxistinkirin. Ji bo vê ku hedefa wan ya pêşveçûnê hebe divê hesabê wê ji bifikirin. Plana dagirkeriyê ya li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê berfirehe. Armanca wan ne PKK ye. Ev tespîteke şaşe. Hedefa wan gelê Kurd hemû ye."

LI GELEK BAJARÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ALAYA TIRK HATIYE DALIQANDIN

Navdar banga bihestiyarbûnê li gelê Başûrê Kurdistanê kir û wiha got; "Tirk cihekî ku dagir bikin carek din wî cihî bernadin ji bo vê jî divê gelê me yê Başûrê Kurdistanê hê bihestiyar bin. Li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê alaya Tirk hatiye daliqandin. Ev mijar ji bo hikûmeta herêmê şermeke mezin e. Divê hemû kes ku çi ji destê wan we re li dijî vê xwedî helwest be û divê tu dagirkeriyê qebûl nekin."

KETIN Û DERKETIN JÎ NE HÊSANIYE

Fermandarê HPG'ê yê herêma Xakûrkê Zerdeşt Navdar herî dawî wiha got; "Weke gerîlayên azadiya Kurdistanê li ku derê êrîşek hebe em amade ne bersivê bidin. Weke hêzên gerîla em amade ne li dijî gefa dagirkierina herêmê şer bikin û biparêzin. Em ê nehêlin ku dijmin di nava xaka me de rihet bimîne. Bila gelê me yê Başûrê Kurdistan û hemû gelê me baş bizane ku ev xak wê bi hêsanî ji dijmin re neyê hiştin. Ji bo vê jî bedela wê çi dibe bila bibe em amade ne bidin. Îdîa û biryardariya me ya nehiştia dijmin di nava xaka me de yek e. Ketin û derketina li vê derê wê ne bi hêsanî be."