AKP bi zorê pereyan ji girtiyan distîne

Rejîma AKP'ê ku daye nava her şêweyên karên ne li rê, niha jî ji girtî û hikumxwarên li girtîgehên Wanê heqê elektrîk, xwarin, qawîş û avê digire.

Rejîma AKP'ê niha jî çav berdaye pereyê girtî û hikumxwarên li girtîgehên li Wanê. Li Girtîgeha bi Ewlekariya Taybet, Girtîgeha Tîpa T û Tîpa F ên li Wanê ku di dema AKP'ê de hatin çêkirin, piraniya girtiyan li hucreyên yek kesî tên hiştin.

Li van girtîgehên bi ewlekariya bilind, mafên mirovan her roj tên binpêkirin. Êşkenceya psîkolojîk û fîzîkî li girtiyan tê kirin û xizmên girtiyan jî bi saetan li derve tên hiştin û lêgerîneke giran li wan tê ferzkirin. Tevî vê êşkenceya li girtîgehan, girtîgeh di kontrola endamên DAÎŞ'ê, maf û yên mîna wan de ne.

MALBATAN NERAZÎBÛN NÎŞAN DAN

AKP li girtîgehên li Wanê, heqê elektrîk, xwarin, qawîş û avê ji girtî û hikumxwaran distîne. Vê yekê rê li ber nerazîbûneke mezin vekir.

Bi hezaran malbat ji bo dîtina zarokên xwe yên li girtîgehan ji Wanê û bajarên din tên. Malbatên ku zarokên xwe yên li girtîgehan ziyaret kirin, nerazîbûn nîşanî rejîma AKP'ê dan ku bi zorê pereyan ji zarokên wan distîne.

Malbata girtiyekî ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, ji ANF'ê re got, "Çend roj berê min kurê xwe ziyaret kir. Rêveberiya girtîgehê heqê xwarin, elektrîk, avê û odeyê ji kurê min xwestiye. Hem bi neheqî zarokên me girtî ne, hem jî niha pereyan ji wan dixwazin.

'AKP GOTINA KENAN EVREN BI CIH TÎNE'

Ji xwe ji bo dîtina zarokên xwe em ji derveyî Wanê tên. Heta ku tên Wanê, ji aliyê madî û manewî ve gelek tehdeyê dibînin. Di ser vê yekê re niha dewlet xeracê dixwaze. Pêkanîneke bi vî rengî ne ya qebûlkirinê ye. Wextekê darbekar Kenan Evren digot, 'Ma em wan îdam nekin, lê xwedî bikin?' Hikumeta AKP'ê niha vê gotinê bi cih tîne."