Roja ku neteweya Kurd bû xwedî rûmet

Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK'ê li ser salvegera 36'an a berxwedana Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê peyamek weşand û diyar kir ku di 14'ê Tîrmehê de neteweya Kurd bûye xwedî rûmet.

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, li ser çalakiya Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî hate dayin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rastiya PKK'ê ya naşikê, beriya niha bi 36 salan bi berxwedan 14'ê Tîrmehê hate ragihandin.

Di daxuyaniya Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK'ê de hate gotin, "Bi wesîleya salvegera 36'an a Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ku neteweya Kurd wê rojê bû xwedî rûmet, di serî de Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê em hemû şehîdên Şoreşa Kurdistanê careke din bi minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê heta dawiyê xwedî li kevneşopiya wan a têkoşîna şoreşgerî derkevin. Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê, li dijî kiryarên hovane yên li derveyî mirovahiyê yên faşîzma 12'ê Îlonê, weke serketina mezin a îradeya mirovan derkete holê."

DI HEDEFA CÛNTAYA LEŞKERÎ YA 12'Ê ÎLONÊ DE PKK HEBÛ

Di daxuyaniyê d hate destnîşankirin ku Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi rêya çalakiya xwe nîşan dan ku di nava şert û mercên herî giran de serketin çawa dikare bê bidestxistin, pîvanên milîtaniya Apoyî raxistin pêş çavan û işaret bi ziman, tempo û rêbaza Şoreşa Kurdistanê kirin.

Di dewama daxuyaniyê de ragihandin ku Berxwedana 14'ê Tîrmehê nîşaneya serketinê ya stratejiya şoreşa Kurdistanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û hate gotin, "Vê yekê bi zelalî îspat kiriye ku rejîma 12'ê Îlonê û îradeya mêtinger li pêşberî sekna Apoyî têk çûye. Aliyê wê yê herî girîng jî ew e, ku rêbaza serketinê ya li Kurdistanê daye destê gelê Kurd û milîtanên PKK'ê û bi vî rengî bi roleke dîrokî rabûye. Serok Apo gotiye, '14'ê Tîrmehê ji bo gel û milîtanên dixwazin bibin xwedî ruhê PKK'ê û bi ser bikevin, rêbaza têkoşînê ye'. Divê neyê jibîrkirin, cûntaya leşkerî ya 12'ê Îlonê beriya her tiştî xwestiye tovên PKK'ê yên li nava axa Kurdistanê reşiya û şîn bû ji holê rake. Dît ku eger gelê Kurd baweriya bi xwe, îrade û daxwaza têkoşînê ya têkoşîna me ya azadiyê bipejirîne û li ser vê bingehê bikeve nava liv û tevgerê, wê hemû polîtîkayên wan ên 80 salî têk biçin."

BERXWEDANA LI DIJÎ ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ

Komîteyê bi bîr xist ku li Girtîgeha Amedê bi rêbazên li derveyî mirovahiyê êşkence li kadroyên PKK'ê hatiye kirin û wiha dewam kir: "Cûntaya leşkerî ya 12'ê Îlonê xwest Tevgera Azadiyê li nava dîwarên Zindana Amedê bifetisîne û kadroyên wê teslîm bigire. Êşkenceya li Zindana Amedê û berxwedana li dijî wê hate nîşandan, weke encama polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk derkete holê.

Ev kiryarên faşîst ne tenê li dijî girtiyan hatin kirin, li ser tevahiya gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin ferzkirin. Gelê Kurdistanê li pêşberî vê yekê ya wê ji bo jiyanê li ber xwe bida, ya jî wê jiyana ji înkar û koledariyê qebûl bikira û ji nava dîrokê bihata birin. Ya ku li Girtîgeha Amedê hate kirin, têkoşîna man û nemanê ya Kurdan e. Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bi gotina, 'em ji jiyanê gelekî hez dikin ku di oxira wê de dimirin' bedena xwe feda kirin û maratona afirandina jiyanê ji mirinê dan destpêkirin."

ROJA DESTPÊKIRINA ROJIYA MIRINÊ YA MEZIN ROJA MISOGERIYA SERKETINÊ BÛ

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, roja ku biryar li ser destpêkirina Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê hate dayin, destpêka têkçûna rejîma înkarê ya Tirk e ku dixwest PKK'ê biqedîne. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bawerî, îrade û rêbaza têkoşînê ya ku bi 14'ê Tîrmehê re hate destnîşankirin, rêbaza serketinê ya di nava şert û mercên herî giran de zelal kir. Roja ku rojiya mirinê ya mezin dest pê kir, serketin jî misoger bû. Kemal Pîr dema bû afirînerê destpêkê yê jiyana nû, wê ji êşkencekarekî re bigota, 'Ez ê li pêşberî we nebêjim of. Hûn ê nikaribin hevokeke bi tenê jî ji devê min derxînin ku pê dilê we rehet bibe. Ez ê nehêlim ku hûn kêfxweş bibin. Çi xweş e azadî'.

M. Hayrî Dûrmûş dema xatir ji hevalên xwe dixwest, wê bigota 'Li ser kevirê gora min binivîsînin 'deyndarê gelê xwe ye' û bi vî rengî wê dest bi rêwîtiya nemiriyê bikira. Wê piştre Akîf Yilmaz bida dû M. Hayrî Dûrmûş. Û 'Stêrka Sor Alî Çîçek' wê li dereng nemabûya. Bi gotina 'Partiya min ne teslîmiyet, lê berxwedan hînî min kir' 17'ê Îlona 1982'an li pey rêberên xwe ber bi rastiyê ve meşiya.

Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi zelalî nîşan da ku ewladên gelê Kurdistanê hene ku di nava şert û mercên herî giran de jî poşman nabin û bi hêviya azadiyê ne. Vê berxwedana ev mesaj daye gelê Kurdistanê, 'eger di nava van şert û mercan de mirov dikare li ber xwe bide, hûn jî dikarin li ber xwe bidin û azad bibin'. Gelê Kurd ji nû ve bûye xwedî îrade û baweriya bi xwe. Xeta serketinê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê zelal bû û heta dawiyê pêşî li serhildana gelê me vebû."

'EM TÊKOŞÎNA XWE BI RUHÊ 14'Ê TÎRMEHÊ MEZIN BIKIN'

Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK'ê diyar kir, dîktatoriya AKP-MHP'ê ku şopdarê rejîma 12'ê Îlonê ye bi kiryarên xwe yên faşîzan wê nikaribe gelê Kurd mehkûmî xemsarî û jiyana paşverû bike. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Çawa ku rejîma leşkerî ya 12'ê Îlonê zexta 'hûn ê dev ji vê nêrînê berdin, hûn ê li ber Serok Apo û tevgera azadiyê rabin' li ser pêşeng, kadro, alîgir û sempatîzanên PKK'ê ferz kir, dîktaoriya AKP-MHP'ê jî niha her rojê dibêje 'Em ê PKK'ê ji holê rakin' û li hundir û deve êrîşê dibe ser gelê Kurd, pêşengên wê yên şoreşger, destketiyên wê û dixwaze hêviya azadî û demokrasiyê biqedîne."

Komîteyê da xuyakirin, bi dehan şehîdên ku di xeta PKK û Apoyî ya misogeriya serketinê de meşiyan û di vê oxirê de canê xwe feda kirin, bi rola şehîdên 14'ê Tîrmehê rabûn û li dijî mêtingeriyê xwe kirin sîper.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, dostan û milîtanên azadiyê hate kirin ku bi ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê têkoşînê geş bikin.