Artêşa Tirk li Lêlîkanê têk diçe, dar û kevir lê bûne gerîla -ÇAVDÊRÎ

Herêmên Başûrê Kurdistanê yên ku dema gerîla lê, herêm aram û xwezaya herêmê li gel gerîla bibû yek û xwedî xwezayeke bedew bû. Bi dagirkeriya Tirk re hemû bedewî û xwezaya herêmê hatiye talan û wêrankirin.

Artêşa Tirk a dagirker a li hember gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistyanê, li Başûrê Kurdistanê li ser hev derbên giran dixwe, nikare xwe ji çeper û kozikên xwe derxîne. Hemû dar û kevir lê bûne gerîla.

Artêşa Tirk a dagirker bi dehan salan e dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike, bi heman mebestê bi sedan carî êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê kiriye. Bi êrîşên dagirkeriya Efrînê û nexasim jî piştî dagirkeriya Efrînê û şûnde êrîşên dagirkeriyê ya li ser xaka Başûr û herêma Biradostê hê zêdetir bûne. Bi taybet bi hewldanên êrîşên dagirkeriyê yên 5’ê Nîsanê û vir ve yên li herêma Lêlîkan a navçeya Sîdekan a girêdayî Hewlêrê dixwaze dagirkeriya xwe ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê berfirehtir bike. Li dijî vê dagirkeriyê jî çalakiyên gerîlayê HPG’ê her diçe zêdetir dibin û derbên giran li dagirkeran didin. Lewre dewleta Tirk kuştî û birîndarên xwe yên di van çalakiyan de ji raya giştî vedişêre.

Lewre ji bo rastî û bûyerên ku li vir diqewimin, bi taybet êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser sivîlan û çalakiyên xurt ên gerîla, li qadê bişopînin û ragihînin, me berê xwe da herêmê; bi zindî çavdêrî bikin ka li vir ser jiyana welatiyên sivîl êrîşên çawa tên kirin; bê ka çiqas dewleta Tirk rastiyan dinixûmîne. Di van êrîşan de welatiyên sivîl tim armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker in. Bax û baçxeyên wan tên bombekirin û şewitandin.

HERÊMA BIRADOSTÊ

Biradost, hem navê eşîrekê ye û hem jî navê du herêman e. Bradost yek ji herêmên girêdayî navçeya Sîdekan a bajarê Hewlêr a girêdayî Başûrê Kurdistanê ye. Her wiha navê herêmeke girêdayî bajarê Ûrmiye yê Rojhilatê Kurdistan ku weke navçeya Soma ya Biradostê tê naskirine. Biradostî bi berxwedêrî û têkoşeriya xwe ya li dijî dagirkerên Kurdistanê tên nasîn.

BIRADOSTÎ BERXWEDÊRÊN KELA DIMDIMÊ NE

Yek ji berxwedana bi nav û deng a Biradostiyan, Kela Dimdimê ye ku sala 1609’an, dema Baasî êrîşî herêma Biradostê dikin, li dijî van êrîşan Xanê Biradostiyan (Xanê Çengzêrîn) bi lehengî li dijî dagirkeriyê derdikeve û li Kela Dimdimê têdikoşe. Gelê Biradostê jî her tim bi dilgermî kesên ku berxwedan dike hemêz û pêşwazî kirine. Gerîlayên PKK’ê jî, ji sala 1980’an ve li herêma Biradostê bicih bûne û heta niha li herêmê li dijî êrîşên dagirkeriyê heta roja îro li ber xwe didin.

ARTÊŞA TIRK TÊK DIÇE, DAR Û BER LÊ BÛNE GERÎLA

Beriya ku li ser herêma Lêlîkanê êrîşên dagirkeriyê bên kirin, herêm aram û xwezaya herêmê bi gerîla xemilî bû, pê re bibû yek. Dema ku niha mirov li herêmê dinerê şopên êrîşên dagirkerî û bomberdûmanên bê serober bedewiya herêmê wêran û talan kiriye. Xweza û jiyan li herêmê hatiye qedexekirin. Her roj herêma Biradost tê bomberdûmankirin û ziyanên mezin digihêjin jîngehên welatiyên sivîl, bax û baxçeyên wan tune dibin. Li dijî van êrîş û bomberdûmana balafirên şer û teknîka artêşa Tirk, gerîlayên HPG-YJA-STAR’ê li ber xwe didin û li her roj li dijî çeper û kozikên dagirkeran çalakiyên xurt û bibandor lidar dixin. Di van çalakiyan de bi dehan leşker, kontra tên kuştin û birîndarkirin. Artêşa Tirk a nikare şer bike, bi teknîka xwe li herêmê dixwaze dagirkeriya xwe bidomîne. Leşkerên ji hêla gerîla ve tên kuştin û birîndarkirin bi firokeyan tên rakirin. Di serdana me ya li herêmê de dema em li gel welatiyên herêmê axivîn de, welatiyan anî ziman ku ji ber çalakiyên gerîla yên bi bandor leşkerên artêşa Tirk nikarin ji çeperên xwe derbikevin û di warê pîskolojî de jî têk çûne.

JI BO HIKÛMETA HERÊMÊ XWÎNA WELATIYAN JI AVÊ ERZANTIR E

Yek ji nuqteya din a balkêş a dema serlêdana me ya li herêmê de ew bû, nêzî 500 metre ji herêmên ku dewleta Tirk xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, navenda hêzên Pêşmerge û leşkerên parêzvanên sînor ên Iraqê hebûn. Li ber çavê wan artêşa Tirk a dagirker xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê dagir dike û di van êrîşan de welatiyên sivîl dibin qûrbanî. Tevî van hemû êrîş û qetilkirina welatiyên sivîl jî bêdeng in, weke ku tiştek nebûyî. Xwîna welatî û welat ji bo wan ji avê erzantire.

LÊLÎKAN BÛYE NAVÇEYEKE QEDEXEKIRÎ

Ji bo ku em rewşa herêm û welatiyan ji nêz ve fêr bibin, me berê xwe da gundên Lêlîkanê. Lê welatiyên herêmê ji bo me gotin, ji bo çûyîna herêmê em nikarin alîkarî ji we re bikin. Ji ber ku dema alîkariya we bikin wê hêzên PKD’ê û artêşa Tirk a dagirker bi sûcê hevkarîkirinê wan destgîr bikin û zextê li wan bikin.

Her sal welatiyên herêma Biradostê, mehaHezîranê berê xwe didan zozanan. Lê îsal ji ber êrîş û bomberdûmana balafirên artêşa Tirk welatî nekarîne biçin zozanan.

Ew kesên hatine herêmê ji aliyê gerîlayan ve hatine pêşwazîkirin, cihên bi ewle û saxlem ji bo wan peyda kiriye ku ji cihê berê lê diman bi ewletir bûn. Her wiha gerîlan tîmên taybet çêkirine ji bo welatiyên ku diçin herêmê ji bo bi ewle û tendirûst vegerin. Mirov ji vir dizane ku peywendiyeke kûr navbera welatî û gerîla de peyda bûye. Gel û gerîla alîkariya hev dikin.

Di gera me ya li herêmê de welatiyên ku me li gel axivî herî dawî gotin: “Jiyana me hemû li ser koçerî û sewalvaniyê ye. Lê ji ber êrîş û bomberdûmana dewleta Tirk em nikarin bijîn. Her kêliyê jiyana me di metirsiyê de ye. Di encama bomberdûmanê de zeviyên me hemû şewitîne.”