Cerdevanan li Pirsûsê 3 bira kuştin!

Muslum Toraman û kurên wî ku li Rihayê cerdevan in, Zekî, Zûrat û Îmam (Salih) Bogakça ku birayê hev in, kuştin.

Li Taxa Çerxê ya navçeya Eyyûbiye ya Rihayê, Muxtarê Taxa Hêcek a navçeya Pirsûsê, cerdevan Muslum Toraman û 2 kurên wî yên cerdevan, ên li taxa Çerxê zevî kirê kiribûn, bi hinceta avdaniyê bi birayên Bogakça yên ji goma Golcuk a Taxa Eskîce ku wan jî li herêmê zevî kirê kiribûn re nîqaş kirin. Nîqaş duh di saetên şevê de dest pê kir, di demek kin de veguherî şerê bi çek. Zekî, Murat, Îmam (salîh) û Ahmet ên di êrîşa cerdevanan de birîndar bûn, rakirin nexweşxaneyên cuda yên Rihayê. 

3 birayên hev Zekî, Îmam û Murat Bogakça yên rakirin nexweşxanê jiyana xwe ji dest dan û rîska jiyana Ahmet ê bi giranî birîndar jî berdewam dike.