Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, ji ber cezayê 3 sal û 6 meh ê girtîgehê ku misoger bû, kete girtîgehê. Onder got, "Her gotina me anîn ziman, her hewldana me kir, rûmeta me ye. Rojên xweş û geş nêz e. Berdêl çi be wê bê dayin."
Biryara DYA'yê ya der barê 3 rêveberên PKK'ê; versiyona polîtîkayên nû ya DYA û Ewropayê ya ku dibêjin ji Apo re 'Na' ji PKK'ê re 'Erê' ye. Ev nêzîkatiya niha ji Apo û PKK'ê re 'Na' lê ji PYD, HDP û PJAK'a ku li ser bingeha têkoşîna wan afirîne bûye 'Erê'
HPG'ê diyar kir, li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê di çalakiyên gerîla de herî kêm 4 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê û Endama Partiya Şoreşgeran Benazîr Coşkun ku di dorhêla operasyonên qirkirina siyasî de hatibû destgîrkirin, hate girtin.
10 girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Duzceyê dest bi greva birçîbûnê kirin, ketin ber lêpirsînê.
Şervanên YPG/YPJ'ê li Efrînê 3 çalakiyên sabotajê kirin. Serçeteyekî koma bi navê Sûltan Mûrat Hamza Qerha jî di nav de 4 çete hatin kuştin.
Serokê Odeya Sanayî û Tîcaretê yê Wanê Necdet Takva yê ku ji bo girtina Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya bûbû şahidê veşartî, ji AKP’ê bû namzetê şaredariya Wanê.
Di panela dawî ya Konferansa Kurd a 2 rojan ku li Palementoya Ewropayê dihate kirin de, qala jinan a di Rojhilata Navîn de ku weke hêza aştiyê tê dîtin hate kirin. Parlementera Îtalî Eleonora Forenzî got: “Divê jinên Kurd weke çavkanî bên girtin.”
Di Konferansa Kurdan de ya ku li Parlementoya Ewrûpayê tê lidarxistin li ser ‘Perspektîfên li Rojhilata Navîn û çareseriyên wê’ pêşkêşî hatin kirin.
Di roja duyemîn a Konferansa Kurd de ya li Parlamenta Ewropayê, işaret bi rola Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn hate kirin û hate gotin, hevdîtina bi Ocalan re wê li herêmê hevsengan biguherîne.