NÛ BÛ

Li Antalya û Eskîşehîrê herî kêm 11 kes hatin binçavkirin

Li Antalya û Eskîşehîrê polîsên Tirk di saetên siharê de bi ser gelek malan de girtin û herî kêm 11 kes binçav kirin.

Polîsan di saetên siharê de bi rengekî hemwext bi ser gelek malan de girtin.

Polîs bêyî ku ti hincetê nîşan bidin Mehmet Çobaner, Mehmet Denîz û Firat Eren binçav kirin.

Li Eskîşehîrê jî di serdegirtinên hemwext de Îbrahîm Bînîcî, Yûsûf Çelîk, Emre Demîrtaş, Îbrahîm Altûn û 4 kesên din ku navê wan nehat zanîn, hatin binçavkirin. Sedemê binçavkirinê nehat eşkerekirin.