Şahidê veşartî Takva ji AKP’ê bû namzetê Wanê

Serokê Odeya Sanayî û Tîcaretê yê Wanê Necdet Takva yê ku ji bo girtina Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya bûbû şahidê veşartî, ji AKP’ê bû namzetê şaredariya Wanê.

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan îro hin namzetên ji partiya xwe eşkere kir. Erdogan li Wanê jî navê Serokê Odeya Sanayî û Tîcaretê yê Wanê Necdet Takva da.

DERBARÊ BEKÎR KAYA ÎFADEYEKE DEREW DA

Serokê Odeya Sanayî û Tîcaretê yê Wanê Necdet Takva piştî berxwedana ji bo Kobanê ya di 6-8’ê Cotmehê de derbarê dozên ku li şaredariyên bajarên mezin ên Wan û Amedê de, li dijî Bekîr Kaya beyaneke derewîn dabû. Takva diyar kiribû ku Hevşaredarê bajarê mezin ê Wanê Bekîr Kaya nehiştiye ku agir werin tefandin.

PIŞTRE RED KIR

Piştî ku Takva teşhîr bû, diyar kir ku wî nivîsa ku mufetîşan dayî ber wî, bêyî ku bixwîne îmze kiriye. Takva berê gotibû şaredariya DBP’ê agir netefandiye lê piştre jî got ku ji ber bûyeran ew nikaribûye ji malê derkeve û ji ber wê jî ew nizane bê ka gelo mudaxeleyî bûyeran hatiye kirin an na.

Hevşaredarê bajarê mezin ê Wanê Bekîr Kaya xwestibû ku derbarê şahid Necdet Takva ji ber ‘şahidiya derewîn’ doz were vekirin.